ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 .10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 .10.2018
21 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a bajarê Hesekê dewreyeke perwerdekirina mamosteyan bi dawî dike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê, cenazeyê şehîd Sedam El-Elî li Goristana Şehîdan oxir dikin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji sala 2013’an ve li taxa  Şêxmeqsûd a Helebê li ber xwe dide. Li Helebê tu mal û milkên wî nîn in, lê dîsa jî ji bo parastina taxê ji saetên serê sibê heta derengiya şevê nobetê digire û ev 5 sal e bê navber bi vê erka xwe radibe. Êdî li taxa Şêxmeqsûd ji hêla her kesî ve tê naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji zêdetirî 7 mehan ve û dewleta Tirk a dagirker û  çeteyên wê binpêkirinên xwe li Efrînê ji kuştin, revandin û qutkirina daran didmîne. Roj bi roj kiryarên xwe yên hovane û ne mirovî zêde kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemîd Isamaîl û Mistefa Ebdo yên ji Kantona Efrînê destnîşan kirin ku hevdîtina wan bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re bû noqteya destpêkirina têkoşîna wan di parastina welat de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Di xeta pêkanîna tifaqa Idlibê de nezelalbûyîneke heye, ku Rûsya hefteyeke muhlet da Enqera da ku komên çete çekên xwe ji "Herêma Bêçek" vekşîne, her wiha Washingotin der barê rojhilatê Sûriyê stratîjiyeke nû amade dike, li Lubnan û Iraqê jî xebatên avakirina hikûmetê ji ber nakokiyên bilokên siyîas têne astengkirin. (BI WÊNE).

JIN

-Li navçeya Girkê Legê ji bo bîranîna têkoşer Gulnaz Karadaş (Bêrîtan) du civîn têne lidarxistin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji ber hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê, mala xwe terik dike û êşa koçberiyê jiyan kir, rexmî vê yekê serî ji zehmetiyan re netewand, li ser besteyeke biçûk şînkahiyê difroşe û doxtortiya pincar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Gotinên mîna "Em ê vegrin, anî jî em ê li Efrînê vegerîn" li ser zimanê şêniyên Efrînê yên li Şehbayê tê gerandin. Şêniyên Efrînê yên ku ji ber zulma dagirkeran neçar mane ji warê xwe derkevin bi van gotinan, peyama îsrara vegera li Efrînê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şagirtên navçeya Eyn Îsayê kêfxweşiya xwe bi meteryalên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC-D anîn ziman û diyar dikin ku ew êdî fêrî her du ziman Kurdî û Erebî bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji zarokatiya xwe ve di mejiyê xwe de nexweş e, lê hewdan û alîkariya malbatê encam girt, niha mîna hevalên xwe jiyana xwe ya rojane didomîne û xwe perwerde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya xebitandinê derfetên kar ji sedî 90 ji koçberên kampa Eyn Îsayê re peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê mewsima çandiniyê di nav gelek astengiyan de destpê kir. Ji aliyekî din ve ruxsetiya zêdetirî 550 bîr ji 3 hezar bîr ên navçeyê hatine dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA