Çanda gelê herêmê di mîhrecana Şehîd Hogir de hate nîşandan

Çalakiyên Mîhrecana Şehîda Hogir a Çand û Hunerê bi dawî bû. Di mîhrecanê çanda û hunra hemû pêkhateyan hate nîşandan.

Çanda gelê herêmê di mîhrecana Şehîd Hogir de hate nîşandan
Çanda gelê herêmê di mîhrecana Şehîd Hogir de hate nîşandan
Çanda gelê herêmê di mîhrecana Şehîd Hogir de hate nîşandan
20 cotmeh, 2018   19:42

KOBANÊ

Mîhrecan Şehîd Hogir a Çand û Hunerê ya Dicle û Firatê bi çalakiyên cur bi cur bi dawî bû.

Şêniyên herêma Reqa, Tebqa, Girê Spî û Cizîrê beşdarî mîhrecanê bûn. Her pêkhateyekî di mîhrecanê de çand û hunera xwe nîşan dan.

Di mîhrecanê de, li gel stran, dîlan, şand û xwendina helbestan, pêşbirka pirsan hatibû organîzekirin. Ji kesên beşdarî mîhrecanê bibûn 10 bi serketin û diyarî li wan hatin belavkirin

Her wiha xwarinên filklorî yên Ereb, Kurd, Suryan  û Ermen hatin pêşkêşkirin. Di mîhrecanê de, konê ereban (Bêt El-şeir) ku çanda pêkhateyên ereban diyar dike, hate vegirtin û pêşangeha wêneyên Şehîd Hogir hate vekirin.

Paşê ciwanên Minbicê stranê filklorî gotin û Koma Dîlanan a Şehîd Şoreş a Girê Spî  dîlan pêşkêş kirin.

Beşdaran li ber mûzîkê dîlan gerandin.

(ekîp)

ANHA