Li Helebê dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê bi dawî bû

Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd dewreyeke perwerdeyê ya hemşîretiyê bi dawî kir.

Li Helebê dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê bi dawî bû
Li Helebê dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê bi dawî bû
Li Helebê dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê bi dawî bû
Li Helebê dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê bi dawî bû
Li Helebê dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê bi dawî bû
Li Helebê dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê bi dawî bû
20 cotmeh, 2018   18:59

HELEB

Bi armanca pêşxistina beşê tenduristiyê li taxê, Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi tevlêbûna 25 hemşîreyên nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir dewreyeke perwerdeyê ya hemşîretiyê vekir.

Dewreya perwerdeyê 15 rojan berdewam kir û îro bi şahiyekê bi dawî bû. Di şahiyê de hejmareke kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneyê û şêniyên taxê amade bûn.

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê  ya taxa Şêxmeqûd a Helebê Dokotr Mihemed Mihemdekê bi xêrhatina beşdaran kir û bidawîbûna dewreya perwerdeyê li hemşîreyan pîroz kir.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir Welat Remo, doxtor Xalid Fecir ê di berxwedana Şêxmeqsûd de şehîd bibû bi bîr anî û rola şehîdan di pêşxistina nexweşxaneyê de anî ziman.

Di şahiyê de, endama Meclisa TEV-DEM‘ê Şehreman Mihemed hemşîreyên di perwerdeyê de bi serktine pîroz kir.

Meclisê bawernameyên hemşîretiyê li 19 hemşîreyên serkeftî belav kir.