Çalakiyên Mîhrecana Şehîd Hogir didome

Çalakiyên Mîhrecana Şehîd Hogir a Çand û Hunera Dicle- Firatê bi dîlan û stranan didome.

Çalakiyên Mîhrecana Şehîd Hogir didome
Çalakiyên Mîhrecana Şehîd Hogir didome
Çalakiyên Mîhrecana Şehîd Hogir didome
Çalakiyên Mîhrecana Şehîd Hogir didome
Çalakiyên Mîhrecana Şehîd Hogir didome
Çalakiyên Mîhrecana Şehîd Hogir didome
Çalakiyên Mîhrecana Şehîd Hogir didome
Çalakiyên Mîhrecana Şehîd Hogir didome
20 cotmeh, 2018   18:40

KOBANÊ

Mîhrecana Şehîd Hogir a Çand û Hunera Dicle- Firatê li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê didome.

Mîhrcana îsal ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) ve hatiye organîzekirin.

Mîhrecan bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê bi navê ciwanên herêma Firatê Harûn Kobanê axivî. Harûn Kobanê anî ziman ku bi berxwedaniya ciwanan dê Kurdistan azad bibe û got, "Berxwedana Gelê Kurd berxwedaneke dîrokî ye, ev berxwedanî heta rizgarkirina welat dê dewam bike, dawiya dijminên faşîzm dê li Efrînê were."

Di mîhrecanê de li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk a Kantona Kobanê Gulê Hesen axivî û kêfxweşiya xwe bi mîhrecanê anî ziman. Gulê Hesen di nava axaftina xwe destnîşan kir ku serkeftinê dê keda û xebata ciwana mîsoger bibe, ji ber ku ciwan pêşeroj gelan diyar dike.

Piştî axaftinan, Koma Suryan a dîlanan a Minbicê hatiye dîlanên filklorî ya suryaniyan pêşkêş kirin.

Paşê Koma Şano ya Hêlîn Cûdî ya ji Reqayê şanoyeke li ser desthilatdariya zilam pêşkêş kir.  

Her wiha hin helbest ji aliya ciwanên Reqayê ve hatin xwendin.

Di mîhrecanê de perde li ser peykerê şehîd Hogir ku ji aliyêYekitıya Ciwanê Rojava hatibû amadekirin ji aliyê dayika şehîd Hogir ve hare rakirin.

Mîhrecan didome.

(ekîp)

ANHA