‘QSD‘ê nifşek ji fikrê paşverû rizgar kir‘

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya buroya Helebê bi wesîleya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê civîneke li Hola civînan a taxa Şêxmeqsûd li dar xist. Di civînê de hate gotin,  QSD‘ê li Teqayê nifşek ji fikrê paşverû yê DAIŞ‘ê rizgar kir.

‘QSD‘ê nifşek ji fikrê paşverû rizgar kir‘
‘QSD‘ê nifşek ji fikrê paşverû rizgar kir‘
‘QSD‘ê nifşek ji fikrê paşverû rizgar kir‘
‘QSD‘ê nifşek ji fikrê paşverû rizgar kir‘
‘QSD‘ê nifşek ji fikrê paşverû rizgar kir‘
‘QSD‘ê nifşek ji fikrê paşverû rizgar kir‘
‘QSD‘ê nifşek ji fikrê paşverû rizgar kir‘
20 cotmeh, 2018   18:10

HELEB

Berpirsên partî, meclis, sivîl, hêzên leşkerî û bi dehan şêniyên taxê tev li civînê bûn.

Di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk a Buroya Helebê Fehîma Hemo axivî û bal kişand li ser rizgarkirina bajarê Reqayê.

Fehîma Hemo diyar kir ku Reqayê bi salan di bin dagireriya komên çeteyan de ma, çeteyan bi navê islamê talankirin, kuştin û wêrankirina pêk di anîn, her wiha jin recim dikir û serjêdikirin. Fehîma got, nêzîkatiyên çeteyên ji baweriya ola islamê dûr e.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk a Buroya Helebê Fehîma Hemo di nava axaftina xwe de, destnîşan kir ku îradeya gelê Reqayê ya rizgarkirinê roleke mezin di xelasbûna ji DAIŞ‘ê de lîst, şênî li derdora QSD‘ê kom bûn û destek dane pêngava rizgarkirinê.

Ji fermandarên YPG‘ê Zagros Efrîn jî axivî û anî ziman ku pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê li ser bangewaziyên şêniyan pêk hat û anî ziman ku çeteyên DAIŞ‘ê li Reqayê mîna kansêrekê bû û şervanan ew şikandin.

Zagros di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li Reqayê kewranên şehîdan hatin dayîn û wiha domand: "Em îro dibînin ku bajarê Reqayê nefesa azadiyê destine, bi navê YPG‘ê em soz didin şehîdên xwe ku em xeyalên wan bi cih bînin û Efrîn jî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bikin."

Di civînê de, endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Merwa Qonîlî, rêveberê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê Mihemed Derwîş û rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Stêrvan axivîn.

Di axaftinan de, hate gotin ku QSD‘ê zarokên Reqayê û nifşek ji fikrê paşverû yê DAIŞ‘ê rizgar kir.

Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA