Li Xezayê 6 Filistînî mirin û 60 jî birîndar bûn

Di çalakiyên îro yên welatiyên Xezayê de ku bi navê "Îna Serhildana Qudisê" hatibû lidarxistin 6 Filistînî mirin û 60 jî birîndar bûn.

Li Xezayê 6 Filistînî mirin û 60 jî birîndar bûn
12 cotmeh, 2018   17:54

XEZA

Çalakiyên welatiyên Filistînî yên "Meşa Mezin a Vegerê" ji meha Adarê û vir dest pê kirine her roja înê têne organîzekirine.

Di çalakiya îro de ya  ya ku li ser sînorê Xezayê bi navê "Îna Serhilada Qudisê" hatibû organîzekirin 6 Filistînî bi guleyên hêzên Îsraîlê mirin û 60 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me yê li Xezayê dane, li Wargeha Birêc 3, li başûr jî 2 û li navenda bajêr 1 filistînî mirin.

Her wiha di encama mudaxleyên hêzên îsraîlê li çalageran 60 Filistînî birîndar bûn, jê 5 rewşa wan giran e.

Di xwepêşandanên ji meha Adarê û vir ve nêzî 200 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 22 hezar jî birîndar bûne.

ANHA