Li gundewarên Dêrazorê xebatên birêxistinkirina jinan

Meclisa Jinan a Dêrazorê ji bo birêxistinkirin û perwerdekirina jinan navenda Meclisa Jinan li navçeya El-Bisêra a gundewarên rojhilatê Dêrazorê vekir.

Li gundewarên Dêrazorê xebatên birêxistinkirina jinan
Li gundewarên Dêrazorê xebatên birêxistinkirina jinan
Li gundewarên Dêrazorê xebatên birêxistinkirina jinan
10 cotmeh, 2018   17:32

DÊRAZOR

Di merasîmê vekirina navendê de nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Mala Jin a Dêrazorê, şêx û rûspiyên Êla El-Begara û Igêdat li herêmê bû di dehan şêniyên herêma El-Bisêra amade bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin, paşê Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla Hesen û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Celal axivîn.

Kesên axivîn vekirina navendê hate pîrozkirin û hate gotin ku jin bingeha avakirina civakan e, lewra pêwîst e, rola wî ya di pêşengiya civakê de were xurtkirin.

Navned ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi dirûşmeyan hate vekirin.

ANHA