Bîlançoya mehekê ya Şerê Tunekirina Terorê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê mehekê yê qonaxa Şerê Tunekirina Terorê aşkera kir.

Bîlançoya mehekê ya Şerê Tunekirina Terorê
10 cotmeh, 2018   12:38

NAVENDA NÛÇEYAN

 Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya mehekê ya pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê aşkera  kir. Li gorî daxuyaniya QSD’ê, bîlançoya şer a mehekê wiha ye:

“Di çarçoveya "Şerê Tunekirina Terorê" yê qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê de ji bo tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi alîkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji 10'ê ÎlOna borî ve berxwedaneke dijwar li dijî terorîstan dide meşandin da ku deverên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de yên weke Hecîn, Sûsê, El-Şehfê û derdora wan ên gundewarên Dêrazorê rizgar bike.

Hêzên me ji 11'ê Îlona borî ve heta niha serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîn û devereke berfireh ji terorîstên DAIŞ'ê rizgar kirin. Her wiha gelek baregehên çeteyan rûxandin û miqdareke mezin ji çek û cebilxaneya çeteyan desteser kir. Her wiha gelek êrîşên xwekuj ku terorîstan xwestin li dijî şervanan pêk bînin, bê bandor kirin.

Bîlançoya şer û pevçûnên di navbera şervanên QSD'ê û terorîstên DAIŞ'ê de di mehekê de wiha ye:

Hêzên me beşdarî 58 pevçûnên rasterast bi terorîstên DAIŞ'ê re bûn. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 215 êrîşên ezmanî û 17 êrîşên topavêjan pêk anîn. Hêzên me piştrast kir ku 651 terorîst hatine kuştin û cenazeyên 17 terorîstan ketine destên şervanan û bi rêk û pêk hatine binaxkirin. Her wiha bi dehan cenazeyên terorîstan li nava baxçeyên deverê li ser erdê mane û hêzên me nikaribûn van cenazeyan ji ber mayinên ku terorîstan çandine, hildin. 6 terorîst dîl ketine destê şervanan. Hêzên me 370 nuqteyên nû bi dest xwe ve anîn û karibûn 40 km erd û gundên El-Baxoz, El-Şeclê û Mûzan rizgar bikin.

Di pevçûnan de hêzên me miqdareke çek û cebilxane bi dest xwe ve anîn û ew jî ev in:

Doçkayeke 12.5 mm

14 sandoqên guleyên doçkaya 12.5 mm

14 çekên kalaşnîkov

5 çekên BKC

5 B7 û 15 guleyên wê

7 hewanên 120 mm û 268 topên wê

2 çenteyên guleyan

Doçkayeke 23.5 mm

16 sandoqên guleyên doçkaya 23.5 mm

Çekeke M16

Zincîreke guleyên kalaşnîkovê

Firokeyeke keşfê

26 hezar guleyên doçkaya 12.5 mm

25 hezar guleyên BKC’yê

200 topên hewana 120 mm

112 heşweyên hewanan

5 hezar guleyên kalaşnîkovan

2 sebetanên doçkaya 23.5 mm

21 sebetanên  doçkaya 14.5 mm

Sebetaneke doçkaya 12.5 mm

Çekeke 24

Hêzên me her wiha hejmareke mezin ji çek û siwareyên DAIŞ'ê rûxandin û gelek embarên cebilxaneyê û baregehên kombûna çeteyan rûxandin. Ew jî ev in:

6 topavêjên hewanê

12 erebeyên leşkerî

11 depoyên çek û cebilxaneyê

9 navendên fermandariyê yên terorîstên DAIŞ`ê

22 erebeyên bombebarkirî

6 motorsîklêtên bombebarkirî

Qaîdeyeke avêtina moşekên herarî

Kargeheke çêkirina erebeyên bombebarkirî

Navendeke peywendiyan

Du firokeyên keşfê

Du treks

7 tunel

24 navendên DAIŞ`ê

Di nava çalakiyên şer de, terorîstên DAIŞ'ê xwetin pêşvehatina şervanan, bi siwareyên bombekirî û kesên xwekuj asteng bikin û gelek caran jî deverên ku jê vedikişiyan mayin dikirin. Terorîstan 37 êrîş li dijî baregehên şervanan pêk anîn. 22 êrîş ji wan bi siwareyên bombebarkirî û 6 bi motorsîklêtên bombebarkirî û 7 êrîşên xwekuj bûn. Hêzên me 246 mayinên ku çeteyan çandine bê bandor bikin.

2 jinên Êzidî hatin rizgarkirin

Hêzên me bi sedan welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn, ji destên çeteyan rizgar bikin û tavilê di kampan de hatin pêşwazîkirin û alîkariya wan hatiye kirin. Yekîneyên taybet ên girêdayî hêzên me karibûn 2 jinên Êzidî yên Şengalê ku di destê çeteyan de bûn, rizgar bikin. Her du jinên Êzidî ev in: "Zaroka bi navê Înas Reşo ya 12 salî ji bajarokê Xanesorê hatiye revandin û Melko Xidir Kûtê 40 salî ye ku ji gundê Koçer ê Şengalê hatiye revandin."

Di nava berxwedana mehekê ya şervanên QSD'ê de 37 şervan piştî berxwedaneke leheng û bêhempa derketin asta şehadetê. Her wiha hejmareke din jî birîndar bûn.”

(jh/kc)