‘Şehîd Mervan ji şervanan re çavkaniya moralê bû‘

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Mervan Ebdo bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kir.

‘Şehîd Mervan ji şervanan re çavkaniya moralê bû‘
‘Şehîd Mervan ji şervanan re çavkaniya moralê bû‘
‘Şehîd Mervan ji şervanan re çavkaniya moralê bû‘
‘Şehîd Mervan ji şervanan re çavkaniya moralê bû‘
10 cotmeh, 2018   12:45

HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê bi merasîmekê cenazeyê yek ji fermandarên hêzên Erka Xweparastinê Mervan Ebdo ku di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû, oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd Mervan ji Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirt û ber bi Goristana Şehîd Rustem ve ketin rê.

Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şemse Sorikcî axivî û destnîşan kir ku şehîd Mervan ne tenê şehîdê malbatê ye, şehîdê hemû gelê bindest e û soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha yek ji fermandarên hêzên Erka Xweparastinê Pekrewan Azad diyar kir ku dê heta dawiyê şerê terorîst û dagirkeran bikin û bi têkoşîn û berxwedana xwe dê armanca şehîd Mervan û bi sedan hevrêyên wî yên şehîd pêk bînin. Azad di axaftina xwe de destnîşan kir ku hestên welatparêziyê yên xurt li gel şehîd Mervan hebûn, xwedî îradeyeke xurt bû, bi moraleke pir bilind îsrar dikir ku têkoşîna xwe berdewam bike û di eniyên şer de ji şervanan re çavkaniya moralê bû.

Di dawiyê de Azad soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina hemû herêmê ji terorîstan, da. Paşê wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê fermandar Mervan Ebdo di nava dirûşme û tilîliyan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA