Li Minbicê 2 bazirganên hebên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li bajarê Minbicê 2 bazirganên hebên hişbirê girtin.

Li Minbicê 2 bazirganên hebên hişbirê hatin girtin
10 cotmeh, 2018   11:58

MINBIC

Piştî agahiyên der barê her du bazirganan de hatin, Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêkolîn û şopandina her du bazirganan kir.

Piştî girtina tedbîran, her du bazirgan tevî sed hezar hebên hişbirê hatin girtin.

Rêveberên Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî da zanîn ku her du bazirgan li xwe mikur hatin ku wan hebên Kabîtîkol ji bajarê Babê bi rêya stêrên mazotê anîne Minbicê.  Her du bazirgan ji komîteya lêpirsînê re hatin şandin da ku ji bo dadgehkirinê werin veguhastin.

(kc)

ANHA