YPG`ê nasnameya şehîdekî enternasyonalîst aşkera kir

YPG`ê diyar kir ku şervanê wan ê enternasyonalîst Şahîn Qereçox di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye.

YPG`ê nasnameya şehîdekî enternasyonalîst aşkera kir
10 cotmeh, 2018   11:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şehîdekî YPG`ê yê enternasyonalîst aşkera kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Di nav axa Bakurê Suriyê de ku axa dawîn di destê DAIŞ’ê de tenê herêma Dêrazor maye, li bajaroka Hecînê jî bi pêşengiya QSD’ê û bi tevlêbûna hêzên me YPG û YPJ’ê di pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de pêşveçûnên girîng hatine bidestxistin.

Di 6’ê Cotmehê de li gûndên girêdayî bajarokê Hecîn di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar qewimîbûn. Di dema şer de şervanekî me yê enternasyonalîst yê bi navê Şahîn Qereçox (Ferîd Medjahed) ku bi eslê xwe Fransî ye, bi qehremanî şer kir û gihaşt şehadetê.

Şoreşa me ya Rojava ku li hemberî DAIŞ’ê bi pêş ket, vegeriya qadeke azadiyê ya şoreşa hemû gelên ku xwedî lê derketin. Îro bi sedan hevrêyên me yên enternasyonalîst hene ku ji gelek neteweyan bi berpirsyariyeke mezin hatine tev li şerê me yê berxwedanê bûne. Hevrêyê me yê enternasyonalîst Şahîn Qereçox (Farîd Medjahed) ku xwest bibe parçeyekî vê berxwedana dîrokî, bi berpirsyariyeke mezin bi awayekî çalak tevlêbûna xwe pêk anî. Hevrêyê me yê şehîd ku demeke kurt ku di nav şoreşa Rojava de maye, di yekbûyîna gel û têkoşîna vegera cewhera xwe ya nirxên mezin a mirovahiyê de wate daye û xwedî lê derketiye. Di demeke kurt de bi tecrubeyên ku girtine, ji bo her erkekî bi awayekî serkeftî pêk bîne xwe feda kiriye. Hevrê Şahîn heya kêliyên ku gihaşt şehadetê jî erkên ku girtine ser milê xwe, bê kêmanî bi cih anîn, bi sekna xwe û meşa xwe ji rêhevalên xwe yên enternasyonal re bû mînaka têkoşînê.

Em wek hêzên YPG û YPJ’ê hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de ji malbata hevrêyê me şehîd Şahîn Qereçox û hemû gelê xwe re em sersaxiyê dixwazin. Em soza meşandina şerê berxwedanê ya li hemberî terorîzmê û yên ku ji terorîzmê re xizmet dikin, dubare dikin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me yê şehîd:

Nasnav: Şahîn Qereçox
Nav û Paşnav: Farid Medjahed
Navê Dayikê: Laurette
Navê Bav: Salem
Cihê Jidayikbûnê: Fransa / Marsîlya
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 6 Cotmeh 2018

(kc)