Sersaxî ji malbata şehîd Deham El-Kentar re hate xwestin

Şêniyên bajarokê Girkê Legê û Çilaxa yên girêdayî herêma Dêrikê sersaxî ji malbata şehîdê Erka Xweparastinê Deham El-Kentar re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Deham El-Kentar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Deham El-Kentar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Deham El-Kentar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Deham El-Kentar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Deham El-Kentar re hate xwestin
7 cotmeh, 2018   12:37

QAMIŞLO

Îro di saetên sibê de bi sedan şêniyên bajarokê Girkê Legê û Çilaxa yên girêdayî herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo berê xwe dan konê sersaxiyê yê Endamê Erka Xweparastinê Deham El-Kentar ê ku di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bû û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Konê sersaxiyê li qada gundê El-Etşan ê girêdayê bajarokê Çilaxa hate vedan. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala YPJ/YPG`ê û Erka Xweparastinê hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Qehreman Hemo, ji fermandarên YPG`ê Xalid Koçer, ji rêveberên Kongreya Star Firyal Qesûm, ji rêveberên Meclisa bajarokê Çilaxa Sirûr El-Şetî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin. Her wiha hate destnîşankirin ku şehîd Deham ji bo parastina nirxên mirovahiyê û parastina gel û axa welatê xwe canê xwe feda kir.

Her wiha di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê hate dayîn.

Axaftivanan tekez kirin ku ew ê parastina destkeftiyên ku bi saya saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bikin.

Di dawiyê merasîma wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(bx)

ANHA