Li Kobanê balafira keşfê ya artêşa Tirk kete destê YPG`ê

YPG`ê diyar kir ku li Kobanê balafireke bêmirov a keşfê ya girêdayî artêşa Tirk dagirker ket xwarê û kete destê hêzên wan.

Li Kobanê balafira keşfê ya artêşa Tirk kete destê YPG`ê
7 cotmeh, 2018   12:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku  artêşa Tirk a dagirker ji destpêka şoreşa Rojava heya niha li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê gelê wan ê sivîl û hêzên wan hertim kiriye hedef û hewldanên xwe yên tehrîkwarî û bi tacîzan her berdewam kiriye û binpêkirina sînoran berdewam dike. 

YPG`ê da zanîn ku herî dawî di şeva 6’ê Cotmehê demjimêr 18:00’an de balafirek bêmirov a keşfê (Drona bi kamîra a bi termal) xera bûye ketiye herêma wan û ketiye destê wan.

(kc)