Vê carê pêşangeha Şopdarên Rojê li Hesekê ye

Navenda "Şopdarên Rojê" pêşangeha xwe ya wêneyên vê carê li bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê vekir.

Vê carê pêşangeha Şopdarên Rojê li Hesekê ye
Vê carê pêşangeha Şopdarên Rojê li Hesekê ye
Vê carê pêşangeha Şopdarên Rojê li Hesekê ye
Vê carê pêşangeha Şopdarên Rojê li Hesekê ye
Vê carê pêşangeha Şopdarên Rojê li Hesekê ye
Vê carê pêşangeha Şopdarên Rojê li Hesekê ye
Vê carê pêşangeha Şopdarên Rojê li Hesekê ye
Vê carê pêşangeha Şopdarên Rojê li Hesekê ye
7 cotmeh, 2018   12:26

HESEKÊ

Navenda Şopdarên Rojê îro pêşangeha xwe ya wêneyên li bajarê Hesekê vekir. Îro di saet 10:00`an de deriyên pêşangehê hate vekirin. Pêşangeh li Navenda Çand û Huner a taxa Miftî ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Deriyê pêşangehê ji aliyê malbatên şehîdan a bajarê Hesekê ve hate vekirin. Bi sedan şêniyên bajêr berê xwe dan pêşangehê.

Endama Navenda Şopdarên Rojê Reşo Kasan diyar kir ku wan hewl da di pêşangeha xwe de rastiya şervana di eniyên şer de û pêşketinên wan derxînin.

Kasan diyar kir ku di her wêneyekê de çîroka keda zarokên herêmê di hemû aliyên jiyanê de heye.

Di pêşangehê de pirtûkên û romanên li ser berxwedaniya şervanên YPJ/YPG`ê û rastiya çeteyên DAIŞ`ê hatine pêşandan.

Her wiha di pêşangehê de sînevizyonek li ser "Berxwedana Serdemê" hate pêşkêşkirin.

Deriyê pêşangehê heta saetên êvarî vekiriye.

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku Navenda Şopdarên Rojê pêşangeha xwe li piraniya bajarê herêma Cizîrê lidar xist û dê li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin.

(bx)

ANHA