Li sûka kampa Eyn Îsa kelûpelên cur bi cur û bi nirxên erzan

Sûka kampa Eyn Îsa hemû pêdiviyên koçberan peyda dike. Li gorî sûkên din buhayên madeyan erzan in, ji ber ku hem firoşkar û hem jî bikir koçber in.

Li sûka kampa Eyn Îsa kelûpelên cur bi cur û bi nirxên erzan
Li sûka kampa Eyn Îsa kelûpelên cur bi cur û bi nirxên erzan
Li sûka kampa Eyn Îsa kelûpelên cur bi cur û bi nirxên erzan
Li sûka kampa Eyn Îsa kelûpelên cur bi cur û bi nirxên erzan
Li sûka kampa Eyn Îsa kelûpelên cur bi cur û bi nirxên erzan
Li sûka kampa Eyn Îsa kelûpelên cur bi cur û bi nirxên erzan
Li sûka kampa Eyn Îsa kelûpelên cur bi cur û bi nirxên erzan
Li sûka kampa Eyn Îsa kelûpelên cur bi cur û bi nirxên erzan
2 cotmeh, 2018   08:49

EHMED EL-KIMYAN / GIRÊ SPÎ

Bi sedan koçberên kampa Eyn Îsa pêdiviyên xwe yên rojane ji madeyên xwarinê, sebze û hwd. ji sûka kampê dikirin. Her wiha sûk wek jêdera qûtê rojane ya gelek koçberan tê hesibandin.

Di sûkê de gelek beş wekî sebze, madeyên xwarinê, cil, sol, dikanên berberan, terzîxane, xwaringeh hatine vekirin.

Hejmara dikanên ku ruxset ji rêveberiya kampê wergirtine, gihaşt 65’an. Her wiha gelek firoşkarên gerok di nav kampê de rojane digerin.

Beriya vê û bi zêdebûna hejmara koçberan re, hejmara dikanên ku li kampê hatine vekirin zêdetirî 100 dikan bûn. Lê niha hejmara dikanan kêm bûye. Rêveberiyê da zanîn ku sedema vê jî vegera gelek firoşkar û bazirganan ji herêmên xwe re ye.

Piraniya firoşkar û bazirganên sûkê, koçber in. Berê xwe didin sûkên mezin li bajarên Bakurê Sûriyeyê wekî Minbic, Reqa û bajarê Girê Spî, kelûpelan tînin û li kampê difiroşin.

Ev sûk gelek derfetên kar ji koçberan re peyda kirine. Bazirgan û firoşkar jî qûtên xwe yên rojane her çi qas kêm be jî peyda dikin.

Têkildarî mijarê koçberê bi navê Yûsif Mihemed Yûsif ku ji bajarê Helebê ye û xwediyê dikaneke firotina sebzeyan e wiha got: "Em kelûpelan ji sûkên mezin dikirin da ku em qûtê xwe yê rojane peyda bikin. Em rewşa koçberan dizanin, ji ber wê em madeyan bi buhayên erzan li gorî me û koçberan difiroşin."

Her wiha Mihemed da zanîn ku piraniya koçberan ji ber rewşa madî ya dijwar neçar dimînin pakêtên alîkariyê yan bifiroşin an jî bi madeyên pêwîst wekî sebze biguherin."

Ji aliyê xwe ve xwediyê dikana firotina goşt Hec Mihemed destnîşan kir ku ruxmî erzanbûna madeyên sûkê lê dîsa jî rewşa koçberan dijwar e û wiha pê de çû: "Qezenca me ya rojane 2 hezar lîreyên Sûriyeyê derbas nake, ji ber ku rewşa madî ya koçberan gelekî dijwar e, ji ber wê tevgera kirîn û firotinê jî kêm dibe."

Rêveberiya kampê, ji bo koçberên ku dixwazin dikan an basteyan vekin, derfetan pêşkêş dike. Têkildarî mijarê gelek koçberên kampa Eyn Îsa tekez kir ku li gorî tunebûna jêdera qutê rojane, nirxê madeyên sûkê hinekî li gorî rewşa wan in.

(şx)

ANHA