Li Yemenê xetereya kolerayê mezin dibe

Li bajarê Hudeyda yê Yemenê piştî gurbûna şer, nexweşiya kolerayê li bajêr û derdorê belav dibe. Di mehên dawîn de rêjeya nexweşên kolerayê ji sedî 170 zêde bûye.

Li Yemenê xetereya kolerayê mezin dibe
2 cotmeh, 2018   09:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina civaka sivîl Save the Children diyar kir li bajarê Hudeyda yê Yemenê weqayên kolerayê ji sedî 170 zêde bûne. Meha Hezîranê 497 weqa hatin dîtin lê ev hejmar di Tebaxê de bû hezar û 342.

Save the Children diyar kir ku sedema zêdebûna kolerayê zêdebûna şerê di navbeyna milîsên Hûsî û hêzên hikumetê de ye. Her wiha destnîşan kir ku Hudeyda bûye jêdera nexweşiya kolerayê ya li Yemenê, ji sedî 30 weqayên biguman bi zarokan re peyda dibin ku temenê wan kêmî 5 saliyê ye û dibe ku ev nexweşî li 100 hezar zarokan belav bibe ku nikarin têr bibin û bi nexweşiya virikê (îzhal) û kolerayê dikarin bimirin.

Ji destpêka salê ve heta niha li Yemenê 23 hezar weqayên kolerayê pêk hatine.

Roja duşemê, Buroya Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di navbeyna Nîsana 2017’an û Îlona 2018’an de 2 hezar û 451 kes ji kolerayê mirine û 1,2 milyon weqayên biguman hatine tespîtkirin.