Xwendekarên Reqayê çenteyên xwe yên dibistanê wergirtin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê çenteyên dibistanê li şagirtên Reqayê belav kirin.

Xwendekarên Reqayê çenteyên xwe yên dibistanê wergirtin
Xwendekarên Reqayê çenteyên xwe yên dibistanê wergirtin
Xwendekarên Reqayê çenteyên xwe yên dibistanê wergirtin
2 cotmeh, 2018   08:39

REQA

Tîma "Zak" ku rêxistineke navdewletî û mirovî ye, li bajarê Reqayê di bin sîwana Komîteya Rêxistinan a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê de kar dike, 20 hezar çenteyên dibistanê radestî meclisê kirin. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Tîma Zak çente li şagirtên bajarê Reqayê belav kirin.

Îro sibehê çente li ser Dibistana Cenîn hatin belavkirin û belavkirina çenteyan li ser hemû dibistanan didome.

Endamê rêveberiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Elî El-Şinan wiha got: "Ji ber rewşa xwendekaran û amadekariya sala nû ya xwendinê, me çente li xwendekaran belav kirin. Di her çenteyekî de lênûsk û pênûs hene.”

Elî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Hejmara xwendekaran li bajarê Reqayê û gundên wê 120 hezar e û hejmara çenteyan 20 hezar e, ji bo wê me tenê li ser xwendekarên seretayî û dibistanên bajêr belav kirin."

(jo)

ANHA