Pêşangeha Şopdarên Rojê li Tirbespiyê hate vekirin

Her wêne û tabloyekî di pêşangeha navenda "Şopdarên Rojê" de xwedî wateyeke berxwedann û têkoşîna welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saliyê leşkerî, civakî û çandî de ye.

1 cotmeh, 2018   11:35

QAMIŞLO

Navenda Şopdarên Rojê wêneyên ku ji şervanên hêzên leşkerî yên li eniyên şer kişandine û zarokên herêmên Bakurê Sûriyeyê û herêma Cizîrê pêşkêş dike. Piştî pêşandina wêneyan li bajarên Dêrik û Rimêlanê, navendê pêşangeha xwe îro li navçeya Tirbespiyê jî li Akademiya Şehîd Yekta Herekol vekir.

Ji saetên sibehê ve bi dehan welatiyên Tirbespiyê ji hemû pêkhateyan berê xwe dan pêşangehê û di nava pêşangehê re geriyan.

Di pêşangehê de bêtirî 100 wêne hatine pêşandan û têde rastiya berxwedan û têkoşîna welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyên leşkerî, civakî û çandî vedibêje. Di pêşangehê de beşekî taybet ji bo wêneyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate veqetandin.

Di nava çalakiyên pêşangehê de Sînavîzyonek der barê berxwedana Serdemê ya Efrînê de hate pêşandan û têde hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî welatiyên Efrînê vedibêje. Her wiha komkujiyên ku dagirkeran der heqê welatiyên sivîl de pêk anîne eşkere dike. Di pêşangehê de hin pirtûk jî hatin pêşandan.

Deriyên pêşangehê hêjî li pêşiya welatiyên navçeya Tirbespiyê vekirî ye û tê payîn ku heta saetên êvarê dom bike. Pêşangeha Şopdarên Rojê tê payîn ku li seranserî herêmên Bakurê Sûriyeyê were lidarxistin.

ANHA