YPG`ê nasnameya şehîdên Kobanê û Cezaayê aşkere kir

YPG`ê diyar ku 7 hevreyên wan di sala 2014`an de li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê û Cezaayê destanên lehengiyê nivîsandin û gihîştin asta şehadetê.

YPG`ê nasnameya şehîdên Kobanê û Cezaayê aşkere kir
YPG`ê nasnameya şehîdên Kobanê û Cezaayê aşkere kir
YPG`ê nasnameya şehîdên Kobanê û Cezaayê aşkere kir
YPG`ê nasnameya şehîdên Kobanê û Cezaayê aşkere kir
YPG`ê nasnameya şehîdên Kobanê û Cezaayê aşkere kir
YPG`ê nasnameya şehîdên Kobanê û Cezaayê aşkere kir
YPG`ê nasnameya şehîdên Kobanê û Cezaayê aşkere kir
YPG`ê nasnameya şehîdên Kobanê û Cezaayê aşkere kir
1 cotmeh, 2018   11:34

NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 şehîdên berxwedana Kobanê û Cezaa aşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Pêşengên gelên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, şehîd in ku li hemberî hemû dijwarî û zehmetiyan li ber xwe didin, ji bêderfetiyan serkeftinên mezin diafirînin û di oxira vê yekê de canê xwe feda dikin. Ev yek bi helwesta bi hezaran şehîdan li Kurdistanê hatiye îsbatkirin. Şehîdên me hêviyên pêşerojeke azad kirine xeyalên ku dikarin pêk werin û bi dilsoziya xwe ya bi mirovahiyê re her yek bûye rewşenek.

Şehîdên me di hemû qonaxên vê dîrokê de, her yek bûye abîdeyek û cihê xwe di dilê mirovahiyê de girtiye. Şoreşa mirovahiyê ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tê, li hemberî zehmetiyan roj bi roj berxwedana xwe mezin dike û li dijî çeteyên barbar ên DAIŞ’ê têkoşîneke lehengane dimeşînin û destanên dîrokî nivîsandin. Yek ji van destanan jî di sala 2014’an de li Kobanê û Cezaayê bi helwesta qehremanî ya 7 hevrêyên me derketiye holê. 7 hevrêyên me di encama fedakariyeke bêhempa de tev li karwanê şehîdan bûne.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Arşîn Efrîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an

*****

Nasnav: Mazlum Cudî Efrîn

Nav û Paşnav: Ehmed Mamo

Navê Dayikê: Hebîbe

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an

*****

Nasnav: Rojda Efrîn

Nav û Paşnav: Arîfe Mihemed

Navê Dayikê: Gulê

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 23’ê Tebaxê 2014’an

*****

Nasnav: Ronî Efrîn

Nav û Paşnav: Nîzar Hesen

Navê Dayikê: Rahîme

Navê Bav: Reşîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an

*****

Nasnav: Şiyar Amed

Nav û Paşnav: Orhan Çelîk

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 27’ê Îlonê 2014’an

*****

Nasnav: Yaşar Xemgîn

Nav û Paşnav: Fîraz Îbo

Navê Dayikê: Fîdan

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an

Di serî de şehîdên berxwedana Kobanê û Cezaayê, em hemû şehîdên xwe yên gernas bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê, heta ku em azadiya gelên xwe bi dest dixin, têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin.”

(kc)