Artêşa Tirk Êzidiyên Efrînê revandin

Artêşa Tirk a dagirker gelek welatiyên Êzidî yên ji gundê Qîbar ê kantona Efrînê revandin û agir bi darên bajarokê Meydankê xistin.

Artêşa Tirk Êzidiyên Efrînê revandin
1 cotmeh, 2018   10:15

EFRÎN

Çavkaniyekî herêmî ji Efrînê ragihand ku gelek Êzidiyên gundê Qîbar, di nav de jin, dema ku dixwest biçin nava darên zeytûnan, ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê ve hatin revandin û birin cihekî nediyar.

Hate zanîn ku navê jineke ku hatiye revandin Hemîde Şêx Henan e.

Daran dişewitînin

Der barê mijarê de, heman çavkaniyê diyar kir ku artêşa dagirker agir bi darên li girên derdora bajarokê Meydankê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê xist û da zanîn ku bi dehan dar hatin şewitandin û çete nahêlin welatî agir vemirînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa dagirker beriya niha gelek herêmên Efrînê wekî çiyayê Hawar şewitandin.

(jo)

ANHA