Ji ber mayina çeteyan ji lingê xwe bû

Di encama teqîna mayineke çeteyan de zarokên wê guman kir ku wê jiyana xwe ji dest da, lê ew ji mirinê rizgar bû lê belê ji lingekî xwe bû. Niha Komîna Şehîd Canda Welat a taxa Şêxmeqsûdê alîkariya wê dike.

Ji ber mayina çeteyan ji lingê xwe bû
Ji ber mayina çeteyan ji lingê xwe bû
Ji ber mayina çeteyan ji lingê xwe bû
Ji ber mayina çeteyan ji lingê xwe bû
Ji ber mayina çeteyan ji lingê xwe bû
Ji ber mayina çeteyan ji lingê xwe bû
Ji ber mayina çeteyan ji lingê xwe bû
Ji ber mayina çeteyan ji lingê xwe bû
1 cotmeh, 2018   09:45

HELEB / ZOZANA DEDO

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji dema ku herêma Efrînê dagir kirine heta niha, hovîtiya xwe li dijî welatî û xwezaya Efrînê didomînin. Di encama hovîtiya dagirkeran de bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest da. Hin welatiyan endamên laşên xwe winda kirin û wek nîşana hovîtiya dagirkeran li ser canê wan dimîne.

Welatiya bi navê Fatme Mehmûd Koroya ji gundê Xirêbe yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ye û bi temenê xwe 50 sal derbas kiriye. Fatme dayika 5 keçikan û 2 xortan e û wekî piraniya welatiyên Efrînê ji ber hovîtiya dagirkeran neçar ma ji Efrînê derkeve. Fatme di encama teqîna mayineke çeteyan de lingekî xwe winda kir û niha astengdar e.

Di 20'ê Adara 2018'an de, piştî ku Fatme koçberî kantona Şehbayê bû, di malekê de bi cih bû, dema ku vedigeriya malê mayineke kevn ku çeteyên DAIŞ'ê di dema dagirkeriya xwe ya herêmê de çandibû bi wê ve teqiya. Fatme bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyeke bajarê Helebê.

Fatme behsa bûyerê kir û got ku ew tavilê ji ser hişê xwe çûye û piştre dît ku lingekî wê û destê wê yê rastê nalivin û parçeyên mayinê jî di canê wê de bi cih bûne.

Fatme got ku zarokên wê ew rakir û telefonî Heyva Sor a Kurd kirin û piştî çend deqeyan Heyva Sor a Kurd hat û ew rakirin nexweşxaneyeke Helebê. Fatme got ku ew 5 rojan di bin çavdêriya taybet de ma.

Komîna Şehîd Canda Welat xwedî lê derket

Fatme di berdewama axaftina xwe de got ku piştî ew ji nexweşxaneyê derket, ew ji aliyê Komîna Şehîd Canda Welat a taxa Şêxmeqsûdê ve hatiye pêşwazîkirin û alîkarî pêşkêşî wê kirine û ji bo birîna xwe derman bike car bi car ew dibirin nexweşxaneyê.

Fatme da zanîn ku wê rojên dijwar derbas kirin û niha astengdar e. Fatme da zanîn ku piştî çend mehan hevserê wê karibû bi qaçaxtî derbasî Helebê bibe û xwe bigihîne wê û wiha domand: "Komînê xaniyek ji malbata min re peyda kir û em niha tê de bi cih bûne."

ANHA