'Em ê peywendiya çandî di navbera Fransa û Bakurê Sûriyeyê de xurt bikin'

Rêxistina La Guilde Europeenne Du Raid a Fransayê serdana herêma Cizîrê kir û bi rayedarên Desteya Têkiliyên Derve re civiya. Şandeyê pesna sîstema li herêmê da û piştrast kir ku dê ji bo xurtkirina peywendiya çandî di navbera Fransa û Rojava – Bakurê Sûriyeyê de xebatên xwe zêde bikin.

'Em ê peywendiya çandî di navbera Fransa û Bakurê Sûriyeyê de xurt bikin'
'Em ê peywendiya çandî di navbera Fransa û Bakurê Sûriyeyê de xurt bikin'
'Em ê peywendiya çandî di navbera Fransa û Bakurê Sûriyeyê de xurt bikin'
'Em ê peywendiya çandî di navbera Fransa û Bakurê Sûriyeyê de xurt bikin'
'Em ê peywendiya çandî di navbera Fransa û Bakurê Sûriyeyê de xurt bikin'
1 cotmeh, 2018   10:47

QAMIŞLO

Şandeya Fransayê ji Hugo Diwafrin û Emêlî Banzêt li rex nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Fransayê Dr. Xalid Îsa pêk dihat. Şande ji aliyê hevserok û endamên Desteya Têkiliyên Derve ve hate pêşwazîkirin.

Şandeyê di serdana xwe de behsa hevdîtinên xwe kir û pesna sîstema ku li Rojava tê meşandin da. Nemaze girêdayî mafên jinan û beşdarkirina wê di hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de.

Şandeyê da zanîn ku tişta ku wan li Rojava dîtiye dê ji rayedarên Fransayê re ragihînin û dê peywendiya çandî di navbera Fransa û Rojava-Bakurê Sûriyeyê de xurt bikin.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve Ebdilkerîm Umer der barê geşedanên dawîn ên li qada Sûriyeyê de axivî û bal kişand ser rewşa li Efrînê û piştrast kir ku rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirkiye û komên çete mijara wan a sereke di xebatên wan ên siyasî û dîplomasî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ye.

ANHA