Şaredariya Til Hemîsê bê navber xebatan pêşkêş dike

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ruxmî derfetên xwe yên sînordar jî, bê navber xizmeta welatiyan dike û bi nêzîkbûna zivistanê re gelek projeyên xizmetguzariyê dê bi cih bîne. 

Şaredariya Til Hemîsê bê navber xebatan pêşkêş dike
Şaredariya Til Hemîsê bê navber xebatan pêşkêş dike
Şaredariya Til Hemîsê bê navber xebatan pêşkêş dike
1 cotmeh, 2018   09:34

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna zivistanê re şaredariyên gel ên herêma Cizîrê bi hemû beşên xwe re gelek xebatên xizmetguzariyê pêşkêş dikin.

Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê, beşek mezin ji çop û komên sergoyê di meha Îlonê de veguhastin derveyî navçeyê. 

Têkildarî xebatên paqijiyê, rêveberiya şaredariyê tekez kir ku ji ber kêmasiya alavên xizmetguzariyê û paqijiyê gelek zehmetiyan di bicihanîna hin xebatan de dikişînin. Bi taybet çopên ku li nav taxan kom bûne. Karkerên paqijiyê rojane û bi awayekî domdar û bi derfetên heyî dixebitin û taxên navçeyê paqij dikin.

Her wiha rêveberiya şaredariyê destnîşan kir ku cihê çopê bi 15 km ji herêmê dûr e. Ji ber wê xebatên alavên paqijiyê dereng dimînin û gelek demê jî dixwe.

Têkildarî projeyên ku Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê dê pêk bîne, rêveberiya şaredariyê diyar kir ku şaredarî tevî hemû beşên xwe dê gelek projeyan bi cih bînin, jê sererastkirina rêyan û avakirina rêyên nû wekî Rêya El-Qeyrewan El-Siyasî bi dirêjahiya 30 km, Rêya Kalo 2 hezar û 160 m başûrê Til Hemîsê, sererastkirina çalên Rêya Siyasî û qîrkirina wan û gelek xebatên xizmetguzariyê têkildarî toreyên kanalîzasyonê.

Tê payîn ku şaredarî di destpêka meha Cotmehê de dest bi bicihanîna projeyan bike.

(şx)

ANHA