Filistîniyan biryara Îsraîlê protesto kir

Bi armanca piştgiriya xwepêşandanên ku li dijî qanûna neteweperestiya Îsraîlê tên organîzekirin, filistînî îro derbasî nerazîbûneke giştî bûn.

Filistîniyan biryara Îsraîlê protesto kir
1 cotmeh, 2018   09:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûna giştî di hemû aliyên jiyana filistîniyan de pêk hat û beşên bazirganî, perwerde, saziyên taybet û giştî, her wiha şîrketên veguhastinê girtin nava xwe.

Nerazîbûna filistîniyan li ser daxwaza hêzên niştimanî û îslamî li dijî qanûna neteweperestiya Îsraîlê pêk hat, nemaze ji ber ku li hemberî mafên gelê Filistînê metirsîdar e.

Meclisa zagonsaz a Îsraîlê Knessetê di 19'ê Îlona borî de bi erêkirina 62 dengan û nerazîbûna 55 dengan biryar da ku mafê çarenûsî di dewleta Îsraîlê de tenê di destê Cihûyan de ye. Ango bi vê yekê welatiyên Ereb nagire nava xwe ku li gorî serjimara Îsraîlê ya sala 2017'an ji sedî 21 e.