Piştî rizgarkirinê li Şedadê avahîsazî geş bûye

Li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê piştî rizgarkirina navçeyê ji komên çete yên DAIŞ‘ê, avahîsazî geş bûye.

Piştî rizgarkirinê li Şedadê avahîsazî geş bûye
Piştî rizgarkirinê li Şedadê avahîsazî geş bûye
Piştî rizgarkirinê li Şedadê avahîsazî geş bûye
Piştî rizgarkirinê li Şedadê avahîsazî geş bûye
Piştî rizgarkirinê li Şedadê avahîsazî geş bûye
Piştî rizgarkirinê li Şedadê avahîsazî geş bûye
1 cotmeh, 2018   09:25

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê 50 km dikeve başûrê bajarê Hesekê. Şedadê  li rex çemê Xabûrê li ser sînorê Şengal û Mûsilê ye. Piraniya niştecihên wê erebên ji êla El-Cibûr in. Li gorî serjimara sala 2004‘an, hejmara niştecihên navend û gundewarên navçeyê 58 hezar kes bû.

Bi pêvajoya aloziya Sûriyeyê re navçeya Şedadê ji aliyê komên çete ve hatibû dagirkirin, herî dawî ket destê çeteyên DAIŞ‘ê. Şênî ji aliyê çeteyan ve rastî komkujî, talankirin û koçberkirinê hatin, çeteyan avakirin li herêmê qedexe kiribû û buhayê madeyên avahîsaziyê bilind kiribû, di heman demê de gelek mal û avahiyên navçeyê kiribûn baregehên leşkerî û girtîgeh.

Navçeya Şedadê di çarçoveya Pêngava Xezeba Xabûrê de ku QSD‘ê ragihandibû, di 19‘ê Sibata 2016‘an hate rizgarkirin. Bi rizgarkirin û peydabûna ewlehiyê re tevgera avahîsaziyê li navçeyê ji nû ve geş bû. Di vê çarçoveyê de dikan û avahî hatin avakirin.

Welatiyê bi navê Hemdan El-Ehmed diyar kir ku bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şehdadê ji çeteyan rizgar bû û ewlehî lê pêk hatiye. El-Ehmed tekez kir ku di warê avahîsaziyê de pêşketin heye, ku xanî û dikan têne avakirin.

Hemdan El-Ehmed diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê nedihişt kesek ava bike û şênî ji malên wan derdixistin û malên wan ji xwe re dikirin baregeh û girtîgeh an jî bi erzanî difirotin.

Li gorî Hedam Hemdan El-Ehmed buhayê madeyên avakirinê ne giran e.

Welatiyê bi navê Esed El-Esed jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê di dema ku herêm dagir kiribûn de avakirina xaniyan qedexe kiribûn.

(bb)

ANHA