Çeteyên DAIŞ û El-Nûsrayê li Efrînê ne!

Çavkaniyên herêmî tekez kir ku çeteyên DAIŞ û Heyet Tehrîr El-Şamê ku wek El-Nusra tê zanîn, li kantona Efrînê bi cih dibin. 

Çeteyên DAIŞ û El-Nûsrayê li Efrînê ne!
Çeteyên DAIŞ û El-Nûsrayê li Efrînê ne!
1 cotmeh, 2018   09:13

CEFER CEFO / ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî ji ANHA'yê re ragihand ku di demên dawîn de li kantona Efrînê civîneke Heyet Tehrîr El-Şamê (Cebhet El-Nusra) têkildarî reva çeteyên DAIŞ`ê ji zindanê û dizîna berhemên zeytûnan, çêbû.

Çavkaniyan da zanîn ku 10 çeteyên DAIŞ'ê ji zindana çeteyên Feyleq El-Şam a li herêma Cindirêsê reviyan. Li herêmên ku artêşa Tirk dagir kiriye, DAIŞ xwedî hebûn û hêzekê ye. Gelek caran DAIŞ`î bi awayekî veşartî ji herêmên di navbera Idlib û Hemayê de derdiketin.

Li aliyekî din, çavkanî destnîşan kir ku welatiyan 2 cenazeyên ku nehatin naskirin li ser rêya di navbera bajarê Cindirês û gundê Ebo Keab de dît ku ev ne bûyera yekemîn e ku li kantonê pêk tê.

Çavkanî da xuyakirin ku bi nêzîkbûna demsala berhevkirina berhemên zeytûnan re, li herêma Cindirêsê şer di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker de rû didin. Di encamê de birîndar  çêbûn û ew rakirin nexweşxaneya bajarokê Etmê.

Têkildarî heman mijarê, çavkanî diyar kir ku meclisên çeteyan yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê ji şêniyên Efrînê re gotine dê berhema îsal tenê ji sedî 10 ya we be û ya din jî wê ji çeteyên meclisê re be.

Li Efrînê civîna çeteyan

Her wiha çavkanî agahiyeke girîng da û got çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) bi çeteyên Cebhet El-Wetaniyê re li herêma Cindirêsê civiyane da ku hêzeke hevbeş ava bikin û bi vê yekê jî Cebhet Tehrîr El-Şam dixwaze li herêmê hebûna xwe rewa bike.

Beriya niha jî çavkaniyan ji ajansa me re ragihandibû ku endamên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundê Dêrbelot ê girêdayî herêma Cindirêsê bi cih bûne.

(jo)

ANHA