Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya

Li navçeya Taze Abad a girêdayî eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 4.5 erd hejiya.

Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya
1 cotmeh, 2018   09:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku saet derdorî 03:40’î 8 kêlometre di bin erdê de li navçeya Taze Abad erd hejiya ye. Li gorî agahiyan di erd hejê de ziyan çênebûne.

Erdhej li herêmên Giware û Ciwanro li gel bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê jî hate hîskirin.

Rohilatê Kurdistnê hê jî ber erdhejên sala borî birînên xwe nepêçane, di mehên dawî de dîsa gelek erdhej pêk hatin.

26’ê Tebaxê li herêma Kirmanşan bi pileya 6.1 6 kêlometre di bin erdê de erd hejiya bû. Di vê erdhejê de bi kêmanî 2 kes miribûn û 230 kes jî birîndar bibûn.

22’yê Tîrmehê li navenda Taze Abad a girêdayî Kirmanşanê bi pileya 5.9 erd hejiya bû.

12’ê Mijdara 2017’an li navenda Kirmanşan bi pileya 7.3 erd hejiyabû û herî kêm 620 kes miribûn, 8 hezar û 500 kes jî birîndar bibûn.