`Gelê herêmê ji bo avakirina civakeke azad berdêlên giranbuha didin‘

Di bin konê sersaxiyê yê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Deham de hate gotin ku gelê herêmê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk berdêlên giranbuha didin.

`Gelê herêmê ji bo avakirina civakeke azad berdêlên giranbuha didin‘
`Gelê herêmê ji bo avakirina civakeke azad berdêlên giranbuha didin‘
`Gelê herêmê ji bo avakirina civakeke azad berdêlên giranbuha didin‘
`Gelê herêmê ji bo avakirina civakeke azad berdêlên giranbuha didin‘
`Gelê herêmê ji bo avakirina civakeke azad berdêlên giranbuha didin‘
`Gelê herêmê ji bo avakirina civakeke azad berdêlên giranbuha didin‘
`Gelê herêmê ji bo avakirina civakeke azad berdêlên giranbuha didin‘
30 îlon, 2018   13:46

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ji bo endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Deham ê ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû  konê sersaxiyê li ber mala wî li gundê Ekereşê venda.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Mihemed, şehîdên şoreşê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîniyên Parastina Gel, Hêzên Erka Xweparastinê û QSD‘ê hate xemilandin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û bajaroka Cezayê li gel berizkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin û bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd"  herikîn bin konê sersaxiyê.

Di bin konê de deqeyeke rêz ji bo bîranîna şehîdan hate girtin.

Paşê gelek axaftin hatin kirin. Bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xidêwî, Meclisa navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef, Kongreya Star Neyîre El-Hemko û bi navê Hêzên El-Senadîd fermendar Zîb Iwênan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn berxwedana şervanan bi armanca parastina destkeftiyên şoreşê û avakirina civakeke azad û demokratîk silav kirin û gotin ku gelê herêmê ji bo parastina nirxên şoreşê berdêl çi be wê bidin.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna wekhevî û edaletê li Sûriyeyê bi dan.

Di dawiya merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê, wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(şx)

ANHA