Li ser riya Qamişlo-Dêrik qeza: 4 kes mirin

Li ser riya Qmişlo-Dêrik li nêzî  gundê Girê Mîrkî yê girêdayî navçeya Tirbespiyê 4 kes di nav de zarokek jiyana xwe ji dest dan.

Li ser riya Qamişlo-Dêrik qeza: 4 kes mirin
Li ser riya Qamişlo-Dêrik qeza: 4 kes mirin
Li ser riya Qamişlo-Dêrik qeza: 4 kes mirin
Li ser riya Qamişlo-Dêrik qeza: 4 kes mirin
30 îlon, 2018   14:04

QAMIŞLO

Îro piştî nîvro li ser riya Qmişlo-Dêrik du erebe yek (teksî Saba û ya din kamyon) li hev qelibîn. Di encamê qezeyê de 4 kesên ku di teksiyê de bûn jiyana xwe ji dest dan û yek din jî birîndar bû.

Hêzên Asayîşê, polîsên tirafîkê û Heyva Sor a Kurd yên Tirbespiyê bi lez xwe gihandin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Xebat a Qamişloyê.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me bi destxistine kesên ku jiyan xwe ji dest dane ji gundê Mistafewiyê yê girêdayî navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê ne û navên wan wiha ne: Umer Umer Selîm, Mihemed Selîm, Xedîce El-Elî û zaroka bi navê Sîdra.

(şx)

ANHA