Lîna Berekat: Jinên Sûriyeyê mifteya çareseriya aloziyê ne

Koordînatora giştî û berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat diyar kir ku jinên Sûriyeyê mifteya çareseriya aloziya Sûriyeyê ne.

Lîna Berekat: Jinên Sûriyeyê mifteya çareseriya aloziyê ne
30 îlon, 2018   12:54

MINBIC

Meclisa Jinên Sûriyeyê şaxê Minbicê semînerek li ser rewşa ku jin tê re derbas dibin, li hola civînan a Meclisa Zagonsaz a Minbicê li dar xist.

Di semînerê de koordînatora giştî û berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat û bi dehan jinên karker di meclis û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundên wê, amade bûn. Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Lîna Berekat li ser rola jinan axivî.

Lîna destnîşan kir ku ji mafê jinan e ku beşdarî biryaran bibin û nêrîna wan were dîtin û diyar kir ku meclisa wan ji bo ku ku wan mafan pêk bîne, hatiye avakirin.

Lîna tekez kir ku girîng e jin beşdarî danûstandin û kongreyan bibin, ji bo ku aloziya Sûriyeyê bê çareserkirin û jinên Sûriyeyê mifteya aloziya Sûriyeyê ne.

Endama Buroya Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Minbicê Hezîme Mihemed Seîd jî di civîne de axivî û îşaret  pê kir ku li ser dîroka jinan a kevn heta roja me ya îro û desthilatdariyeke berfireh hatiye ferzkirin.

Hezîme Mihemed bi lêv kir ku destûrên berê li Sûriyeyê û nêrîna li ser jinan hemû çewt bûn û wiha got: "Rola jinan tune bû, mafê hilbijartinê jê re tune bû."

Semîner bi nîqaşan bi dawî û û her wiha di nîqaşan de hate destnîşankirin ku dê jin bibin kirdeya rast di pêşketina civak û çareserkirina pirsgirêkan de.

(jo)

ANHA