'Şehîd rihê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk didin diyarkirin'

Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê sersaxî ji malbata şehîdê Hêzên Asayîşê Salih El-Hemîd re xwest ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû. Di merasîma sersaxiyê de hate gotin ku şehîd rihê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk didin diyarkirin.

'Şehîd rihê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk didin diyarkirin'
'Şehîd rihê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk didin diyarkirin'
'Şehîd rihê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk didin diyarkirin'
'Şehîd rihê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk didin diyarkirin'
30 îlon, 2018   10:32

QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên Girkê Legê û Til Koçerê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Salih El-Hemîd ku li gundê Bosna yê navçeya Til Koçerê hatiye vedan.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê meclisa navçeya Til Koçerê Newaf Xidan axivî û wiha got: "Şehîdan ji bo azadiya gelan canê xwe feda kir, ji bo wê em ê destê xwe bidin hev û rêya şehîdan bişopînin."

Di heman demê de endamê TEV-DEM’ê Fûad El-Sedî got Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek canek e ji bihara gelan re û wiha pê de çû: "Ji ber ku ev can hemû siyasetên desthilatdaran dişikîne, ji bo wê em ê ji nû ve vî rihî vegerînin vî canî, ev tişt jî şehîdên me bi destanên lehengiyê didin diyarkirin."

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(jo)

ANHA