Pêşangeha berhemên zarokan bi dawî bû

Kesên ku serdana pêşangeha "Bi hev re ji bo pêşxistina afirîneriya zarokan" kir, diyar kir ev yek ji bo pêşxistina behreyên zarokan tiştekî nû ye. Pêşangeh piştî 2 rojan bi dawî bû.

Pêşangeha berhemên zarokan bi dawî bû
Pêşangeha berhemên zarokan bi dawî bû
Pêşangeha berhemên zarokan bi dawî bû
Pêşangeha berhemên zarokan bi dawî bû
Pêşangeha berhemên zarokan bi dawî bû
Pêşangeha berhemên zarokan bi dawî bû
Pêşangeha berhemên zarokan bi dawî bû
Pêşangeha berhemên zarokan bi dawî bû
30 îlon, 2018   11:03

QAMIŞLO

Weqfeya Jina Azad a Rojava bi dirûşma "Bi hev re ji bo pêşxistina afirîneriya zarokan" pêşangeheke destkariyên zarokan li baxçeyê zarokan Nûr El-Şems a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo duh li dar xist û îro jî di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.

Baxçeyê zarokan îro saet di 09:00`an de deriyê xwe li pêşiya kesên ku dixwest serdana pêşangehê bikin, vekir. Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û zarokên baxçeyê zarokan berê xwe da pêşangehê da ku destkariyên zarokan bibînin. Baxçeyên Arî ji 5 baxçeyên girêdayî Weqfeya Jina Azad ên Rojava pêk tê.

Kesên ku serdana pêşangehê kir, tekez kir ku lidarxistina pêşangehên bi vî awayî ji bo pêşxistina behreyên zarokan tiştekî nû ye. Beşdaran diyar kir ku destkariyên zarokan û wêneyên ku xêz kirine, hezkirin û girêdana wan bi behreyên wan re diyar dike.

(bx)

ANHA