Tabûreke îslamî ya nêzî Tirkiyeyê ji devera bêçek vekişiya

Yekemîn tabûra çeteyan a girêdayî Tirkiyeyê ji devera bêçek ku Erdogan û Pûtîn li ser wê di civîna Soçiyê de li hev kiribû, vekişiya.

Tabûreke îslamî ya nêzî Tirkiyeyê ji devera bêçek vekişiya
30 îlon, 2018   10:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di çarçoveya pêkanîna hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê de, tabûreke îslamî ya nêzî Tirkiyeyê dest bi vekişandina xwe ya ji devera bêçek kir.

Vekişandina vê tabûrê piştî 48 saetan ji civîna di navbera îstixbarata Tirkiyeyê û rayedarên komên çete de li parêzgeha Idlibê pêk hat.

Navenda çavdêriyê çeteyên Artêşa Idlib a Azad ku di nava koma Eniya Niştimanî ya Rizgariyê de ye, ya girêdayî Tirkiyeyê çekên xwe yên giran ji devera Ebû Meke ya di nava devera bêçek de, vekişandin.

Navenda çavdêriyê mijarên civîna di navbera îstixbarata Tirkiyeyê û serçeteyan de aşkera kirin û got ku li gorî çavkaniyên pêbawer îstixbarata Tirkiyeyê komên çete agahdar kirine ku çekên xwe yên giran ji devera bêçek vekişînin. Her wiha rêya di navbera Heleb û Hemayê de û rêya Heleb û Laziqiyê dê bêne vekirin. Her wiha hêzên rêjîmê jî dê di cihên xwe de bimînin û tu gavan paşve naavêjin.

Rûsya devera bêçek wek tedbîreke demkî dibîne, wek herêmên kêmşer ku niha tenê ev herêm maye û divê giştî axa Sûriyeyê ji destê terorîstan were rizgarkirin.