Li Başûr dengdan didome

Li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlementoya herêmê didome.

Li Başûr dengdan didome
30 îlon, 2018   10:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê îro saet di 08.00’an de dengdanê dest pê kir û dengdan ew ê heta saet 18.00’an bidome.

Heta vê saetê daneyên zelal ên ji bo çûna ser sindoqan nehate bidestxistin. Rayedaran bang li gel kirin ku bila werin dengê xwe bidin.

Rêveberê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seîd Elî li dibistana Pîremegrûn a Silêmaniyê dengê xwe da û got: “Divê her kes tevlî hilbijartinê bibe û dengê xwe bide. Hemwelatî gelo ew ê dengê xwe bidin desthilatdariya 27 salan a heyî yan jî ew ê dengê xwe bidin desthilatdariyeke nû? Ji ber vê divê her kes dengê xwe bide.”

Serokwezîrê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubat Talabanî yê ji YNK’ê jî banga dengdayînê li gel kir.

Derket holê ku li gundê Çomanê yê Soranê pûsûlaya dengan hatiye dîtin a ku mohra PDK’ê li ser wê heye.