Bê pere xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re pêşkêş dike

Navenda Tenduristiyê ya bajarê Hesekê, xebatên tenduristiyê bê pere ji şêniyên Hesekê û gundewarên wê re pêşkêş dike.

Bê pere xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re pêşkêş dike
Bê pere xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re pêşkêş dike
Bê pere xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re pêşkêş dike
Bê pere xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re pêşkêş dike
Bê pere xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re pêşkêş dike
30 îlon, 2018   07:44

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Ji bo alîkariya şêniyên ku rewşa wan a madî pir ne baş e û ji bo peydakirina cihên tenduristiyê ku bi şev û roj xizmeta şêniyan bike, Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk navendeke tenduristiyê li taxa El-Kelasê vekir. Armanca navendê li gorî derfetên heyî pêşkêşkirina derman û tedawiyê bê pere ye.

Navend an jî noqteya tenduristiyê ku  di Tîrmeha 2016`an hate vekirin, yekemîn navend e ku li bajar tê hesbandin.

Navend deriyên xwe bi du dewaman ji nexweşan re vedike. Dewama yekemîn ji saet 8:00`an û heta 11:00’an ji bo pêşwazîkirina nexweşiyên dil û hundirîn dest pê dike. Dewama duyemîn ji saet 11:00`an heta 2:00`yan piştî nîvro ji bo pêşwazîkirina nexweşiyên zarokan.

Li navendê 2 bijîşk, 2 ebe, dîwan û nobetdarek dixebitin. Her wiha dermanxaneyek û taqîgehek li navendê heye. Hemû ji saet 8:00`an heta saet 2:00`yan dixebitin.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê navendê Mihemed El-Abdullah ji ajansa me re diyar kir ku armanca vekirina navendê bê pere pêşkêşkirina xizmetê ji welatiyan re ye. El-Abdullah wiha domand: “Ji saet 8:00`an heta 2:00`yan em hemû pêkhateyên herêmê pêşwazî dikin.”

Her wiha El-Abdullah got: “Em gelek nexweşiyên wekî laşmanya derman dikin û li taqîgehê navendê tehlîlan çêdikin û yên ji derve qebûl nakin.” 

Di dawiyê de El-Abdullah diyar kir ku 2 ebeyên pispor çavdêriya beşa nexweşên jinan dikin û 2 hemşîre destwerdanên lezgîn ji nexweşan re pêşkêş dikin.

(şx)

ANHA