Zarokên Hesekê yên beşdarî mîhrîcana hunera zarokan bûne hatin xelatkirin

Navenda Xabûr a Çand û Hunera Demokratîk a Hesekê komên zarokan ku beşdarî çaremîn mîhrîcana hunera zarokan bûne xelat kirin.

Zarokên Hesekê yên beşdarî mîhrîcana hunera zarokan bûne hatin xelatkirin
Zarokên Hesekê yên beşdarî mîhrîcana hunera zarokan bûne hatin xelatkirin
Zarokên Hesekê yên beşdarî mîhrîcana hunera zarokan bûne hatin xelatkirin
Zarokên Hesekê yên beşdarî mîhrîcana hunera zarokan bûne hatin xelatkirin
Zarokên Hesekê yên beşdarî mîhrîcana hunera zarokan bûne hatin xelatkirin
Zarokên Hesekê yên beşdarî mîhrîcana hunera zarokan bûne hatin xelatkirin
Zarokên Hesekê yên beşdarî mîhrîcana hunera zarokan bûne hatin xelatkirin
30 îlon, 2018   08:11

HESEKÊ

Çaremîn mîhrîcana hunera zarokan ku di 1'ê Îlûna 2018'an de bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê li ser asta herêma Cizîrê li bajaroka Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişlo dest pê kiribû, 50 komên zarokan beşdarî mîhrîcanê bibûn û mîhrîcan 9 rojan dom kir.

Yek ji komên zarokan ên beşdar koma Tolhildan ji bajarê Hesekê bû. Ji bo rûkenî li ser rûyê zarokan were nexşandin, Navenda Xabûr a Çand û Hunera Demokratîk a Hesekê koma zarokan di şahiyekê de xelat kir. Di şahiyê de bi dehan welatiyên bajarê Hesekê û malbatên zarokan beşdar bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir piştre koma Şehîdên Newrozê û koma Şehîd Delîl stranên xwe yên şoreşgerî pêşkêş kirin. paşê dîlanên folklorîk ji aliyê komên Arjîn û şehîd Avesta Xabûr hatin pêşandan. Koma şehîd Şiyar jî şanoyeke xwe ya der barê perwerdeya bi zimanê zikmakî pêşkêş kir.

Di dawiya şahiyê de zarokên ku beşdarî çaremîn mîhrîcana hunera zarokan bûne hatin xelatkirin.

ANHA