Mezintirîn tabloya dara zeytûnê dê li Cizîrê were daliqandin

3 şêwekarên jin dest bi nexşekirina mezintirîn tabloyeke dara zeytûnê li ser asta herêma Cizîrê kirin. şêwekaran xwestin bi riya vê tabloya xwe ji cîhanê re piştrast bikin ku her çiqas dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê darên zeytûnan hilbikin û bişewitînin, dîsa jî dara zeytûnê ji wan xurttir e.

Mezintirîn tabloya dara zeytûnê dê li Cizîrê were daliqandin
Mezintirîn tabloya dara zeytûnê dê li Cizîrê were daliqandin
Mezintirîn tabloya dara zeytûnê dê li Cizîrê were daliqandin
30 îlon, 2018   07:43

QAMIŞLO / EHMED SEMÎR

Di çarçoveya helwestên piştgiriya bi welatiyên kantona Efrînê re di qonaxa duyemîn a berxwedana Serdemê de, çalakî û semînerên cûda tên lidarxistin. Der barê vê mijarê de 3 şêwekarên jin bi hevkariya Weqfa Jinên Ronakbîr ên herêma Cizîrê mezintirîn tabloya dareke zeytûnê li ser asta herêma Cizîrê amade dikin.

Her sê şêwekaran Ayde Hesen, Medya Xelî û Rewan Xelîl ku xwendekarên fakûlteya Hunerê ya zanîngeha Rojava ne, bi hevkariya Weqfa Jinên Ronakbîr ên herêma Cizîrê îro dest bi nexşekirina mezintirîn tabloya dareke zeytûnê li ser asta herêma Cizîrê kirin. bilinbûna tabloyê 10 mître ne û bi paniya 5 mître û nîv e.

Şêwekaran diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li herêma Efrînê sembola aştiyê ango darên zeytûnê hildike û dişewitîne. Şêwekar Ayde Hesen ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku ev nîşan dide ku dara zeytûnê ji hovîtiya dagirkeran xurttir e û wiha anî ziman: "Di van demên dawî de dagirkeran li herêma Efrînê hovîtiya xwe li dijî xwezayê û darên zeytûnê zêde kirine."

Ayde Hesen da zanîn ku peyama wan ji vê tabloyê ew e ku ji dagirkeran re diyar bikin ku damarên darên zeytûnê û hêza gelê Efrînê ti carî nayê şikandin.

Şêwekaran rengên akrîlîk di tabloya xwe de bikar tînin. Tê payîn ku şêwekar tabloya xwe di van çend rojan de bi dawî bikin û dê li bajarê Qamişlo daliqînin.

ANHA