Li Endonezyayê hejmara qurbaniyên erdhej û tsûnamî bû 420 kes

Li Girava Sûlawesî ya Endonezyayê erd hejiya û tsûnamî çêbû. Derket holê ku hejmara miriyan bûye 420.

Li Endonezyayê hejmara qurbaniyên erdhej û tsûnamî bû 420 kes
30 îlon, 2018   06:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di erdhej û tsûnamiya  Girava Sûlawesiyê de hejmara kesên mirî bûye 420.

Rayedaran diyar kirin ku heta niha nasnameya 405 kesan hatiye diyarkirin.

Rayedaran destnîşan kirin ku li herêmê kehrebe  qut bûye û di warê sotemenî, av û xwarinê de astengî hene.

Hate gotin ku Serokê Dewletê Joko Wîdodo ew ê îro biçe herêmê.

10 kîlometreyan binê erdê bi pîleya 7,7 erd hejiyabû. Tsûnamiya 3-6 metreyan jî li bajarê Donggala û Palûyê dabû.