Bavê Reşîd... Çîroka bav, bira û kurê şehîd

Bavê Reşîd li rex zarok û birayên xwe beşdarî nava xebatên YPG’ê dibe û banga parastinê dibersivînin û beşdarî hemû şer û pevçûnên rizgarkirina taxa Şêxmeqsûdê dibin. Bav û kurê şehîd şahidên berxwedana Şêxmeqsûdê ne.

Bavê Reşîd... Çîroka bav, bira û kurê şehîd
30 îlon, 2018   07:02

SÎLVA MISTEFA – EHMED REŞÎD / HELEB

Welatiyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji bo parastina xwe bi lehengî li hemberî hovîtiya komên çete yên cuda li ber xwe dan.

Di nava berxwedana parastina rewa de Bavê Reşîd li rex bira û kurê xwe beşdarî eniyên pêşîn bû û wateya rasteqîn a parastina welat û rûmetê rave dikin.

Welatiyê bi navê Ehmed Reşîd 47 salî ye û bavê 6 zarokan e û bi navê Bavê Reşîd tê nasîn. Piştî ku aloziya Sûriyeyê di sala 2011'an de dest pê kir, Bavê Reşîd nexwest bê helwest bimîne û tavilê beşdarî nava xebatên parastina rewa dibe. Bavê Reşîd ji bo rê li pêşiya çeteyan a derbasbûna taxê bigire, di destpêkê de cihê xwe li ser bendên kontrolê girt.

Bavê Reşîd ji ajansa me ANHA'yê re diyar kir ku wî ji destpêka aloziyê ve nexwest bê helwest bimîne û xwest mohra xwe li şoreşê bide.

Bavê Reşîd di eniyên berxwedan û parastinê de ne bi tenê bû, lê belê 5 endamên malbata wî jî li rex wî bûn; 3 zarokên wî û du birayên wî yên ciwan û hemûyan cihê xwe di berxwedanê de girt û beşdarî xebatên rizgarkirina taxa Eşrefiyê, Seken Şebabî, Muxaberat û rizgarkirina taxên rojhilat bûn.

Bavê Reşîd destnîşan kir ku di berxwedanê de wî hêza xwe ji zarok û birayên xwe werdigirt û wiha got: "Heta ku taxên me hatin rizgarkirin, me berxwedana xwe berdewam kir."

Di 7'ê Nîsana 2016'an de li eniya berxwedanê ya devera Muxaberat a taxa Eşrefiyê komên çete yên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê êrîşên xwe li dijî taxê zêde kirin. Di wê demê de Bavê Reşîd û kurê wî Reşîd cihê xwe li eniyên pêşîn ên vê taxê digirt û li hemberî êrîşa komên çete li ber xwe dida. Li vir piştî berxwedaneke leheng Reşîd derket asta şehadetê û girêdayî mijara şehadeta Reşîd, bavê Reşîd wiha got: "Reşîd li ba dilê min gelekî buha bû û windakirina min ji wî re ez lewaz nekirim, lê belê hêz û israra min di berxwedanê de zêdetir bû. Ez bi şehadeta wî serbilind im û ez û birayên wî em ê rêya wî berdewam dikin."

Bavê Reşîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin. Ji bo rizgarkirina her devereke Sûriyeyê ji terorê em amade ne beşdarî şer bibin. Em amade ne canê xwe fedayî azadiya gelê xwe bikin. Bi saya xwîna şehîdan û fedakariya şervanan bêguman serkeftin para me ye. Em ê hemû komplo û planên li dijî gelê me pûç bikin."

ANHA