Têkoşîna dayikeke kedkar

Dayika Werda ji bo keçên xwe li hemberî kevneşopiyên paşverû bi salan tê dikoşe, zarokên xwe mezin dike û niha jî tenê daxwaza wê aştî ye.

Têkoşîna dayikeke kedkar
Têkoşîna dayikeke kedkar
30 îlon, 2018   06:39

EHMED REŞÎD / HELEB

Kevneşopî di bin navê parastinê de li ser jinan têne ferzkirin, jin jî guh li wijdanê xwe dikin û li hemberî van kevneşopiyan tê dikoşin. Yek ji wan jinên têkoşer jî dayika Werda El-Xelef Bin Casim e.

Dayika Werda (90) ji pêkhateya Ereb e û li gundê Mekhelê yê girêdayî Helebê ji dayik bûye. Di wextê wê de dibistan tune ne û tenê lawik li gel şêxan fêrî xwendina Quranê dibin.

Hîna temenê wê 17 salî ye, wê dizewicînin. 7 zarokên wê (3 keç û 4 lawik) çêdibin û hîna temenê lawê yê herî mezin 12 salî ye, hevjînê wê wefat dike. Mezinkirin û xwedîkirina her 7 zarokan tenê li ser milê dayikê dimîne.

Civak kevneşopiyên xwe lê ferz dike

Dayika Werda biryarê dide zarokên xwe xwedî bike û di têkoşîna xwe de rastî çi tê wiha vegot: “Hevjînê min berî wefat bike li şaredariyê dixebitî û me li ser pereyên wî xwe xwedî dikir, piştre jî ez li şûna wî li şaredariyê xebitîm. Li gel civakê xebitandina min eyb dihat dîtin û her li ser min ferz dikirin ez careke dîtir bizewicim. Hêz di min de nedidîtin ku ez zarokên xwe xwedî bikim. 3 keçên min hebûn û ya herî biçûk 2 mehî bû, eger min li civakê guhdar bikira dê her sê keçên min bê xwedî bimana û rastî gelek zehmetiyan bihatana.”

Ji bo keçên xwe tê dikoşe

Dayika Werda berî biçe kar mala xwe paqij dike, ji bo zarokên xwe xwarinê amade dike û keça xwe ya herî biçûk bi xwe re dibe kar. Ew destpêkê mehê tenê 4 hezar û 500 LS digire. Bi wan pereyan zarokên xwe xwedî dike, wan bi rê dike dibistanê û heyanî ji destê wê tê tiştekî ji wan kêm nake. Bi zarokên xwe ve girêdayî ye û ji bo wan wiha got: “Li şûna ez bizewicim û zarokên min li kolanan bimirin, bila ez bimirim baştir e.”

Dayika Werda bi tena serê xwe 25 salan zarokên xwe xwedî dike û mala xwe bi rê ve dibe. Zarokên wê mezin dibin du keçên wê yên ji xwendinê hez dikin dibin hemşîre û lawekî wê jî dibe parêzer.

Daxwaza wê ya dawiyê aştî ye

Ew dema li taxa Eşrefiyê dijî, piştre jî derbasî taxa Benî Zêd dibe, her tim malbatên Kurd cîranên wê ne. Dayika Werda got cîranên wê yên Kurd her tim moral dane wê û pê re bûne alîkar. Herî dawiyê jî dema 2012`an şer li Helebê dest pê dike ew derbasî taxa Şêxmeqsûd dibin. Ew û malbatên Kurd bi hev re li taxa Şêxmeqsûd li ber xwe didin û roj û şevên xwe bi hev re derbas dikin.  

Dayika Werda heyanî 55 saliya xwe li şaredariyê dixebite û herî zêde 9 hezar LS digire. Gelek pêvajo derbas kirine, tu carî poşman nebûye ku zarokên xwe xwedî kirine û wijdana wê rehet e.

Niha jî 6 neviyên dayika Werda hene û daxwaza wê ya dawîn, şer li Sûriyeyê biqede û aştî çêbe.

(np)

ANHA