`Kiryarên dewleta Tirk di tu qanûn û olan de nîn in`

Hiqûqnas Ridwan Rifaî destnîşan kir ku kirinên dewleta Tirk der heqê Abdullah Ocalan de, di tu qanûnên navdewletî û olî de nîn in. Her wiha Rifaî got ku ew binpêkirin wek “bêexlaqî” pênase kir.

`Kiryarên dewleta Tirk di tu qanûn û olan de nîn in`
30 îlon, 2018   06:34

BASIL REŞÎD / ŞEHBA

Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û bi taybet  herî dawî cezayê qedexekirina hevdîtinan bi parêzer re heta 6 mehan, hiqûqnas Ridwan Rifaî ji ajansa me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Rifaî diyar kir ku kirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de, kiryarên bêhiqûqî ne û wiha domand: “Kirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de, di tu qanûnên navdewletî û olî de nîn in. Ji mafê girtiyan e ku malbat û parêzerên xwe bibînin.”

Rifaî tekez kir ku li gorî rêgezên bingehîn ên taybet bi danûstandina bi girtiyan re ku ji aliyê Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatine danîn, divê bi awayekî rêzdar ku rûmeta wan biparêze, bi girtiyan re danûstandin bê kirin.

Rifaî di berdewama axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Li gorî Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan, divê em cudahî li ser bingeha irq û reng nexin navbera girtiyan. Divê ol û rêgezên çandî yên girtiyan werin rêzdarkirin. Her wiha divê mafên girtiyan ên sereke werin parastin.”

Rifaî destnîşan kir ku dewlta Tirk bi kirinên xwe hemû qanûnên navdewletî binpê dike.

Rifa da zanîn ku ji 27`ê Tîrmeha 2011`an ve û heta niha destûra dîtina parêzerên ji muwekîlê xwe Ocalan re nehatiye dayîn û her wiha girtin û şandina nameyan hatiye qedexekirin.

Di dawiyê de Ridwan Rifaî bang li hemû hiqûqnas, parêzer û hemû rêxistinên hiqûqî yên cîhanî kir ku rê li ber binpêkirinan “neexlaqî” bigirin.

(şx)

ANHA