Li Başûr hilbijartina parlamentoyê destpê kir

Îro saet 08:00’an li 2 hezar û 175 navendên dengdanê, dengdana ji bo hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê destpê kir û tê payîn ku hilbijartin heta saet 18:00’an bidome.

Li Başûr hilbijartina parlamentoyê destpê kir
30 îlon, 2018   06:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Hilbijartina Serbixwe ya herêma Başûrê Kurditanê ragihandibû ku mafê  2 milyon û 914 hezar û 992 kesan ê dengdanê heye.

Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartinê li bajarê Hewlêr 1 milyon û 36 hezar û 419 dengdêr hene. Ji bo dengdanê jî 499 navendên dengdanê hatine danîn.

Li parêzgeha Silêmanî jî 1 milyon 134 hezar û 760 dengdêr hene û wê li 476 navend, 2 hezar û 307 cihan dengê xwe bidin.

Li parêzgeha Dihokê jî mafê 677 hezar û 794 kesan ê dengdanê heye û wê li 257 navendan dengê xwe bidin.

Li parêzgeha Helebce jî 77 hezar û 17 dengdêr hene û wê li 28 navendan dengê xwe bidin.

Di vê hilbijartinê de 773 namzet ji bo 111 kursiyên parlamentoyê wê têbikoşin. 241 namzet jin in û 532 namzet jî zilamin.