Dibistana ku çeteyan kiribû girtîgeh, dîsa dest bi perwerdeyê kir

Çeteyên DAIŞ`ê ne tenê jiyana welatiyan tarî kiribû, lê heta dibistan jî tarî kirin. Dibistaneke bajarê Minbicê çeteyan veguherandibû girtîgehê û piraniya girtiyan jin bûn. Lê vê dibistanê îsal hezar xwendekar pêşwazî kirin.

Dibistana ku çeteyan kiribû girtîgeh, dîsa dest bi perwerdeyê kir
Dibistana ku çeteyan kiribû girtîgeh, dîsa dest bi perwerdeyê kir
Dibistana ku çeteyan kiribû girtîgeh, dîsa dest bi perwerdeyê kir
Dibistana ku çeteyan kiribû girtîgeh, dîsa dest bi perwerdeyê kir
Dibistana ku çeteyan kiribû girtîgeh, dîsa dest bi perwerdeyê kir
Dibistana ku çeteyan kiribû girtîgeh, dîsa dest bi perwerdeyê kir
Dibistana ku çeteyan kiribû girtîgeh, dîsa dest bi perwerdeyê kir
18 îlon, 2018   07:59

CIWAN EHMED-ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Piştî derbasbûna du salan di ser rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê re û vegera jiyan xwezayî, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajêr bi hevkariya mamosteyan û endamên wê yên pispor ji bo sererastkirina dibistanan û birêxistinkirina prosesa perwerdeyê gelek xebat meşandin.

Piştî rizgarkirina bajêr Rêveberiya Sivîl a Demokratîk dibistana amadehiyê ya Mihemed Zêdan Hinêdel ya xortan vekir. DAIŞ`ê berê ev dibistan wek girtîgeh bi kar dianî. Piraniya girtiyên vê dibistanê jin bûn û yan bi girtinê yan bi recmê dihatin dadgehkirin.

Dibistan di sala perwerdeyê ya yekemîn de piştî rizgarkirinê, nêzî 300 xwendekar pêşwazî kiribûn. Di sala duyemîn de nêzî 360 xwendekar pêşwazî kirin. Lê îsal di roja yekemîn a sala perwerdeyê ya 2018/2019`an de dibistana Mihemed Zêdan Hinêdel a amadehiyê di navbera 800-1000 xwendekarî de pêşwazî kirin.

Nûçegihanên ajansa me bi rêveberê dibistanê Îbrahîm El-Hemed re hevdîtinek kir û di nav avahiya dibistanê de geriyan.

Dadgeheke reş

El-Hemed di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku dibistan di sala 2012`an de hate vekirin û bi hemû pêdiviyên perwerdeyê hatibû amadekirin û wiha got: “Di aloziya Sûriyeyê de tenê salekê me dibistan vekir. Piştre DAIŞ`ê destê xwe danî ser dibistanê û ew vegerand dadgeheke reş û girtîgehekê ku piraniya girtiyên wê jin in. Piştî ku çete ji bajêr derketin bi zanabûn dibistan wêran û talan kir.”

Her wiha El-Hemed destnîşan kir ku piştî rizgarkirina bajêr, mamosteyan bi koordîneya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê dibistan wergirtin. Mamosteyan dibistan vekirin û ji tarîtiyê veguherandin cihê ronahî û zanistê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê heta niha xebatên sererastkirinê didomîne.

(şx)

ANHA