Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Pûtîn û Erdogan lihevkirina xwe der barê rewşa Idlibê de ragihandin. Baregehên rêjîmê yên Laziqiyê rastî topbaranê hatin. QSD'ê şerê devera dawî ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de dike.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
18 îlon, 2018   07:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin, behsa hevdîtina di navbera serokê Rûsya Viladîmêr Pûtîn û serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan û lihevkirina wan kirin. li gorî lihevkirinê Cebhet El-Nusra dê ber bi hundirê Idlibê ve were kişandin û devereke bê çek were avakirin. Her wiha behsa topbarana li dijî baregehên rêjîmê kirin. rojnameyan bal kişandin ser pêngava QSD'ê li rojhilatê Firatê.

El-Heyat: Lûtkeya Pûtîn – Erdogan "durundeya" êrîşa li dijî Idlibê têk dibe

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa hevdîtina herdu serokan Pûtîn û Erdogan der barê mijara Idlibê de kirin. rojnameya El-Heyat diyar kir ku lûtkeya Pûtîn û Erdogan li bajarê Soçî bi hevpeymaneke "nexşerê" bidawî bû û durundeya êrîşa li dijî Idlibê têk bir. Li gorî hevpeymanê devereke bê çek bi erêkirina Şamê dê were avakirin.

El-Qudis El-Erebî: Lihevkirina serokên Tirkiye û Rûsya çalakiya leşkerî ya li Idlibê rawestand

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Qudis El-Erebî diyar kir ku wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Xilosî Akar û serokê artêşa Rûsyayê hevpeymanek îmze kirin da ku aramî li deverên kêmpevçûn ku li Idlibê û derdora wê hatiye avakirin were misogerkirin.

Rojnameyê diyar kir ku Pûtîn wiha gotiye: "Me biryar girt ku devereke bê çek di 15 Cotmehê bê de di navbera rêjîma Sûriye û opozîsyonê de ava bikin.  Li ser daxwaza Erdogan li vê deverê çekên giran dê bêne rakirin." Bêyî ku piştrast bike ku meqseda wî giştî herêma Idlibê ye yan deverên bê çek e. Her wiha destnîşan kiriye ku dê rêbazekî hevbeş di navbera leşkerên Tirk û Rûsyayê de pêk bînin.

El-Ereb: Çareseriyeke navîn an peywireke ne pêkan li Idlibê?

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî heman mijarê got ku çavdêr dibînin ku dibe ku serokê Rûsya hewl dide demekê bi dest xwe ve bîne da ku piştrast bike ku wergirtina çekan peywireke ne pêkan e û rêbaza tekane şer e. Çavdêr diyar dikin ku Pûtîn gelek caran di axaftinên xwe de gotiye ku pêşniyarên Erdogan tê wateya ku piştî têkçûna wî berpirsyarê bavêje ser milên wî di peywirekê de diyar e ku ne pêkan e.

Çavdêran dane zanîn ku bi dûrxistina Îranê ji hevpeymanê ji bo razîkirina Tirkiyeyê bû. Ev vebijêr jî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve jî hatiye erêkirin. Nemaze hewl dide zexta rojavayî li ser xwe kêm bike ku ji ber rola Îranê li ser Pûtîn tê meşandin.

Evan çavdêr dibînin ku erêkirina Pûtîn ji "çareseriyeke navîn" re bi Erdogan re dibe ku dixwaze tevgerekê li devera bê çek bimeşîne heta ku danûstandin li ser bendên nû tên kirin û di rewşeke siyasî û navnetewî ya baştir de.

Şerq El-Ewsat: Pilana lihevkirinê li Idlibê û topbarankirina li dijî Laziqiyê

Der barê topbarana li dijî baregehên hêzên rêjîmê li parêzgeha Laziqiyê rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku topbaraneke ne zelal li dijî baregehên rêjîmê li gundewarê Laziqiyê pêk hatine. Li gorî çavkaniyên herêmî dengên teqînan li gundewar Laziqiyê xurt dihat. Dezgehên çapemeniyê yên rêjîmê jî ragihandin ku parastina ezmanî li hemberî topbaranê derketiye û topbaran ji derya li dijî Laziqiyê, Humis û Hemayê û baregeha Himêmîm pêk hatiye.

El-Heyat: QSD'ê 13 DAIŞ'î kuştin û du êrîşên xwekujî têk birin

Girêdayî qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li rojhilatê çemê Firatê li dijî çeteyên DAIŞ'ê rojnameya El-Heyat ragihandin ku di pevçûnên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de derbeyên giran li çeteyan hatine dayîn û QSD'ê li aliyê El-Baxoz pêş ve diçe û serweriya gelek xalên stratejîk kiriye. Her wiha da zanîn ku DAIŞ'ê di pevçûnên xwe de mayînan bikar tîne da ku pêşveçûna QSD'ê lawaz bike. Her wiha QSD'ê 12 xalên di hundirê El-Baxoz de bi dest xwe ve anîne û topavêjên Koalîsyona Navnetewî jî baregehên DAIŞ'ê armanc girtin.

Îraq

Girêdayî xebatên avakirina hikûmeta Îraqê de rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şîayî ji bo pêşniyarkirina Adil Ebid El-Muhdî li şûna Ebadî lihev kirin".

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de jî rojnameya Şerq El-Ewsat behsa çalakiya leşkerî ya li bajarê El-Hudeyda kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Çalakiyeke berfireh ji bo rizgarkirina El-Hudeyda".

Filistîn

Girêdayî aloziya di navbera desthilatdariya Filistînê û rêveberiya Amerîka de rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Gelo desthilatdariya Filistînê ciddîbûna Trump baş nenirxandiye?".

Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebbas ji bo aştiyê li sponseriyeke Ewropî digere".

Jabûtî û Erîtriya

Rojnameya Şerq El-Ewsat di nivîseke xwe de behsa lihevhatina di navbera Jabûtî û Erîtriya kir û nivîsa xwe wiha bi nav kir: "Jebûtî û Erîtriya rûperla dijmaniyê ditewînin".

Lîbiya

Girêdayî rewş û aloziya Lîbiyayê jî rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Pilana Amerîka pêşbirkiya ragihandina Parîsê û konferansa Roma di çareserkirina aloziya Lîbiyayê de dike".