UN banga dûrxistina artêşê ji jiyana siyasî li Borma kir

Lêpirsînkarên Netewa Yekbûyî (UN) îro bang li hikûmeta sivîl a Borma kirin ku artêşê ji jiyana siyasî ya li welat derbixînin ji ber ku destên wê di komkujiya li dijî îslamiyên Rohîngiya de hene.

UN banga dûrxistina artêşê ji jiyana siyasî li Borma kir
18 îlon, 2018   08:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Lêpirsînkarên Netewên Yekbûyî di rapora xwe ya dawî de gotin ku hikûmeta Borma divê xebatên xwe ya vekişandina leşkeran ji jiyana siyasî bidomîne." Artêşa li Borma hêjî bi roleke sereke radibe, tevî ku xelatgira Nobel a aşiyê Aung San Suu Kyi gihîştiye desthilatdariyê.

Komîteya Lêpirsînê ya girêdayî Meclîsa Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî di dawiya Tebaxê de rapora xwe der barê buyerên tundiyê de li Miyanmar li dijî îslamiyên Rohîngiya de derxist.

Komîteyê di rapora xwe de got ku fermandarên artêşa Miyanmar bi tewanbariya ku sûcên şer û komkujî li dijî îslamiyên Rohîngiya pêk anîne, divê bêne lêpirsînkirin.

Di raporê de hate gotin ku artêşê çalakiyên kuştin û destdirêjiyên komî der heqê îslamiyên Rohîngiya de pêk anîne û divê fermandarê giştî yê artêşê û 5 generalên artêşê bêne cezakirin û wiha hate domandin: "Hikûmeta sivîl a bi serokatiya Aung San Suu Kyi hişt ku helwesta dijminahiyê belav bibe û gelek belge tune kirine û nikaribû kêmbaweriyan li hemberî sûcên dijmirovahî biparêze.

Şandeya Netewên Yekbûyî piştî ku serdana Borma kir lêpirsîna 850 qurbanî û şahidan kir û wêneyên satalaytan bikar anîn.