Di demeke nêz de dê tovan baş li cotkarên Tirbespiyê bên belavkirin

Saziya Zêdekirina Tovan a navçeya Tirbespiyê di çarçoveya amadekariyên belavkirina cureyên baş ên tovan li cotkaran de, tov di prosesa bêjing, pakirina ji bermahiyan û reşandina dermanên li dijî kurmikan re de derbas kirin.

Di demeke nêz de dê tovan baş li cotkarên Tirbespiyê bên belavkirin
Di demeke nêz de dê tovan baş li cotkarên Tirbespiyê bên belavkirin
Di demeke nêz de dê tovan baş li cotkarên Tirbespiyê bên belavkirin
Di demeke nêz de dê tovan baş li cotkarên Tirbespiyê bên belavkirin
Di demeke nêz de dê tovan baş li cotkarên Tirbespiyê bên belavkirin
Di demeke nêz de dê tovan baş li cotkarên Tirbespiyê bên belavkirin
18 îlon, 2018   07:26

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Ji bo bidestxistina hilberîneke baş a çandiniyê ya îsal, Saziya Zêdekirina Tovan gelek cureyên tovan wekî Doma 1, Doma 4, Şam 3, Şam 7, Şam 4 a hişk û Bihûs 9 peyda kirin. Ev cureyên tovan ên herî baş in.

Saziya Zêdekirina Tovan a navçeya Tirbespiyê îsal dê tovan bi du rêbazan belav bike. A yekê bi rêya peymanan li zeviyên çandiniyê yên avî wek deyn dê xebatê bimeşîne. Her wiha bi armanca yekgirtina cureyan û pêşxistina wan dê semad û tovên wekî Doma 1, Şam 3, Şam 7, Bihûs 9 û Doma 4 belav bike. Her wiha sazî dê çavdêriya zeviyan bike û dê hilberînê ji cotkaran wergire.

Şertên Saziya Zêdekirina Tovan

Ji bo belavkirina tovan divê cotkar hindek şert û mercan bi cih bînin. Şert û merc ev in: Divê zevî beyar bin an jî cihê çandina sebze û baqûlî bin. Divê di zeviyan de bîrek hebe. Divê rûbera zeviyan ne zêdetirî 60 dinoman bin.

Rêya din a belavkirinê taybet bo zeviyên bejahî ye. Saziya Zêdekirina Tovan dê tovan bi buhayên erzan belav bike. Her wiha divê cotkar belgeyekê ji komînê bînin û tê de rûbera zeviyê hatiye xuyakirin û fotokopiyeke nasnameya xwe bînin.

Belavkirina tovan 20’ê Îlonê dest pê dike

Endamê rêveber ê Saziya Zêdekirina Tovan Yunis Hecî destnîşan kir ku sazî tov pak kirine û da ku zirar negihîjê depo kirine. Her wiha diyar kir ku sazî tovan dê di navbera 20-25 Îlonê de li cotkaran belav bike.

(şx)

ANHA