Qurbaniyeke dagirkeriya Tirkiyeyê; dapîra Cennat

Jina bi navê Cennat ku 62 salî ye, a ku ji hovîtiya artêşa Tirk li Efrînê rizgar bu lê di rewşeke zehmet de jiyan dikir û di nexweşxaneyan de bê xwedî mabu Kongreya Star xwedî lê derket.

Qurbaniyeke dagirkeriya Tirkiyeyê; dapîra Cennat
Qurbaniyeke dagirkeriya Tirkiyeyê; dapîra Cennat
Qurbaniyeke dagirkeriya Tirkiyeyê; dapîra Cennat
Qurbaniyeke dagirkeriya Tirkiyeyê; dapîra Cennat
Qurbaniyeke dagirkeriya Tirkiyeyê; dapîra Cennat
Qurbaniyeke dagirkeriya Tirkiyeyê; dapîra Cennat
18 îlon, 2018   07:21

ROZANA DADO / HELEB

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi hovîtî êrîşên xwe bi ser welatiyên herêma Efrînê de birin. Di encamê de gelek welatiyên herêmê bûn qurbaniyên vê hovîtiyê. Yek ji serpêhatiyên welatiyên Efrînê jî çîroka dapîra bi navê Cennat e.

Dapîra Cennat 62 salî ye û ji welatiyên navçeya Şera ya kantona Efrînê ye. Dayika cennat dayika astengdarekî ye ku niha li kantona Şehba dimîne.

Dagirkeran îşkence lê kir

Dapîr Cennat ji ber hovîtiya êrîşên dagirkeran neçar ma bi peyatî ji Efrînê derkeve û li ser canê wê şopên îşkenceyê hene. Heyva Sor a Kurd xwedî li dapîra Cennat derket û ew şand kantona Şehbayê.

Piştî ku dayika cennat birin şehba’yê ji bo ku bê dermankirin ve care ew şandin nexweşxaneyeke bajarê Helebê. Ji ber ku dapîr welatiyeke Kurd ji kantona Efrînê ye, rêveberiya nexweşxaneyê ew rakir taxa Şêxmeqsûdê û ji aliyê Nexweşxaneya Xalid Fecir a girêdayî Heyva Sor a Kurd ve li taxê hate pêşwazîkirin.

Kongreya star xwedî lê derket

Li taxa Şêxmeqsûd Kongreya Star xwedî li dapîra Cinnet derket û peydakirina derman û pêdiviyên wê yên tenduristî girt ser milê xwe. Kongreya Star ji bo xwedîderketina li dapîrê, jinek bi mûçeyeke mehane erkdar kir.

Dapîra Cennat ev çend meh e di mala welatiya bi navê Meysa Hisên a 35 salî de dimîne û ew xwedî li wê derdikeve, nemaze piştî ku di encama şikandina hestiyên wê de ku nikare bimeşe.

Meysa Hisên girêdayî mijarê diyar kir ku Kongreya Star peywendiyê bi wê re dike û wê dapîra Cennat di nava malbata xwe de pêşwazî kiriye. Meysa got ku Cennat ne axive û dema ku diaxive jî behsa du navan; Umer û Semîra dike û wiha got: "Ez nizanim Umer û Semîra kî ne, dibe ku zarokên wê bin."

‘Gelo malbata Cennat li kuye’

Endama Rêveberiya Kongreya Star Hêvîn Silêman destnîşan kir ku êrîşa artêşa Tirk a dagirker û komên çete hişt gelek welatiyên herêma Efrînê pêrîşan bibin û dapîra Cennat jî yek ji van jinan e ku di encama şer de pêrîşan bûye û wiha got: "Em wek Kongreya Star li malbata Cennat digerin. Me piştrast kir ku kurekî wê yê astengdar heye û li kantona Şehbayê dimîne. Her wiha xwişkên wê jî beriya çend salan ji Sûriyeyê derketine."

Hêvîn Silêman da zanîn ku parastina jinan peywira Kongreya Star e û dê xwedî li dapîra Cennat derkevin. Hêvîn bang li welatiyan kir ku eger agahiyan der barê malbata Cennat de dizanin wan agahdar bikin.

ANHA