Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên bajarê Kobanê bi merasîmekê cenazeyên şervanekî YPG‘ê û gerîlayekî HPG ê li goristana Şehîd Dicleyê oxir kirin.

Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin
9 îlon, 2018   17:10

KOBANÊ

Bi armanca oxirkirina cenazeyê şervanê YPG‘ê Emrah Dadê (Elî Rizgar) ê di encama nexweşiyê de li nexweşxaneyên Şamê ku lê dihat dermankirin şehîd bûn, her wiha cenazeyê gerîlayê HPG‘ê Munzur Hebeş (Ferhat Kobanê) ê li zagrosê şehîd bibû, merasîmeke li goristana Şehîd Dicleyê hate organîzekirine.

Bi sedan welatiya bajarê Kobanê, tevî endamên saziyan û parastiyên siyasî, şervanên YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê  beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir, paşê bi navê Desteya Parastinê ya kantona Kobanê Dilbirîn Kobanê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. Dilbdi destpêka axavtina xwe de sersaxî ji malbata şehîdan re xwestin, Dilbirîn soza şopandina xeta şehîdan dan.

Li ser navê PYD‘ê Elî Deharo  jî aixivî û wiha got: "Em bejna xwe li hemberî wan pekerwanan ditewînin. Şehîdên ku îro em wan oxir dikin bi xwîne jiyaneke bi rûmet û azad ji me re afirandine."

Piştî axavtinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestê malbata wan hatin kirin. Di merasîmê de her wiha nasnameyê gerîlayekî HPG‘ê bi navê Xebat Botan(Orhan Umer) hate aşkerekirin.

Şervanan cenazeyê herdu şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

(ekîp)

ANHA