Hêzên Ewlekariya Tebqayê di operasyonê de gele cure çek desteser kirin

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Tebqayê û QSD‘ê di çarçoveya operasyona li dijî hucreyên veşartî de gelek cureyên çek û madeyên ji bo teqînan hatibû amadekirin desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Tebqayê di operasyonê de gele cure çek desteser kirin
Hêzên Ewlekariya Tebqayê di operasyonê de gele cure çek desteser kirin
Hêzên Ewlekariya Tebqayê di operasyonê de gele cure çek desteser kirin
9 îlon, 2018   16:41

TEBQA

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Tebqayê û Hêzên  Sûriyeya Demokratîk (QSD) roja înê operasyonek li dijî hucreyên veşarî yên çeteyên DAIŞ‘ê dabû destpêkirin.

Di operasyonê de, bi dehan çete hatin girtin û gelek çekên wan hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn û QSD‘ê hin çekên ku desteser kirine nîşan dan. Ji wan;  kilaşinkov, RPG, bombeyên (parastinê, êrîş, deng û duman) dûrbîna şevê, çilên leşkerî yên DAIŞ‘ê, alên reş û mayîn û hin cureyên din.

ANHA