Hêzên dagirker di nav de yek jin 60 sivîl revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di nava du rojan de yek jê jin 60 sivîl ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê revandin.

Hêzên dagirker di nav de yek jin 60 sivîl revandin
9 îlon, 2018   17:46

EFRÎN

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Furqet El-Hemzat  û Ehrar El-Şam ên ser bi dewleta Tirk ve, vê sibehê girtin ser gundê Kurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û 50 welatî revandin, di heman demê de mal û milkên wan talan kirin.

Li  gorî çavkaniyan ji kesên hatine revandin "Ferhad Hemkaro (25), Mezlûm Qicê (25), Hisên Qicê (20), Zekî Hemkaro, Nûrî Hecî (45), Mihemed Şamî (55) û Sibhî Setaf (60).

Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku kesên hatin revandin li bre çavê gundiyan hatin îşkencekirin û gotin, çete li beramberî serbestberdana wan fidiyê dixwazin.

Şevê din jî, çete û leşkerên artêşa Tirk ji heman gundê yek jê jin 10 kes revandin.

ANHA